Çalakiyên TV 10 didomin 2016-11-26 16:40:52 STENBOL - Xebatkarên TV 10 ya hat girtin dîsa derketin qada Galatasarayê û diyar kirin ku dengê elewiyan nayê qutkirin. Xebatkarên TV 10’ê ku televîzyona wan di çarçoveya KHK’ê de hat girtin dîsa li qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkarên televîzyonê di hefteya 8’an de li hev kom bûn û çalakiya “Dengê elewiyan naye qutkirin” pêk anin. Xebatkarên televîzyonê pankarta “Dengê elewiyan TV 10 nayê qutkirin” vekirin û bê navber silogana “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û dowîzên “Dengê elewiyan nayê bêdengkirin” û “Bila saz bi axivin ne çek” bilind kirin. Endamên Komeleya Sultan Abdal a Stenbolê, Xebatkarên Rojnameya Dersimê û gelek saziyên elewî piştgirî dan çalakiyê. Li ser navê komê Serokê Komeleya Pir Sultan Abdalê yê berê Kemal Bulbul, diyar kir ku TV 10 bê hiqûq û bê qanûn hat girtin û ew li dijî vê neheqiyê îro hatine cem hev û destûr nadin dengê TV 10 bê qutkirin. Çalakî bi turkiyên elewiyan bi dawî bû.