Ciwanê di 'Mizansena Sûrê' de: Leşkeran got 'dê ‘film bê kişandin' 2017-03-28 15:39:57 AMED - Di şer û operasyona li Sûrêde 7 ciwanên li Sûrê hatin tazîkirin û hatin binçavkirin. Piştre rojnameyan bi dîmenên mizansen manşeta "Teslîm bûn" weşandin. Ciwanê bi navê M.Ş.A., ku di dîmenan de cih girt, diyar kir ku "Em şevekê li Sûrê di malekê de hiştin. Leşkeran got 'Em dê fîlmekî bikişinin û piştre biçin' Wekî ku em teslîm bûbin vîdeo kişandin. Di şer û operasyonên li Sûrê de hin dîmen ji Sûrê hatin kişandin û di 24'ê Sibatê de pêşkêşî Fermandariya Giştî ya Artêşê hatin kirin. Serfermandariya Giştî jî bi navê "Li Sûrê PKK'î wisa teslîm bûn" pêşkêşî medya îktîdarê kirin. Rûniştina doza der barê ciwanên bi navê M.Ş.A., M.S.A. û M.K. de hat dîtin. Rûniştina dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûnuiştina dozê de M.S.A. û M.K.'ê amade bû. Di rûniştinê de ciwanê bi navê M.Ş.A. ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên girtiyan jî di rûniştina dozê de amade bûn. Di vê rûniştinê de biryar hat dayîn ku doza M.K. ku li Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan tê dîtin bi vê dozê re bibe yek. 'LI MIN DAN Û GEF LI MIN XWAR IN' Di rûniştina dozê de M.Ş.A., yekem car parastin kir û wiha got: "Ji ber qedexeya derketina kolanan a Sûrê ez 65 rojan li Sûrê asê mam. Ji ber ku ez di Sûrê de asê mam, mirovên wir ez birim malên xwe. Di Sûrê de qet temasa min a bi çek û teqemeniyan re çênebû. Dema leşkeran em girtin cilên ji ser me derxistin û em tazî kirin. Eşofmanekî qirêj dan min. Ji wî eşofmanî dibe ku bermahiyên teqemenî û antimonan gihiştibe laşê min. Ez ne endamê tû rêxistinan im. Min ji tu kesî ferman negirtiye. Ez beşdarî tu çalakiyan nebûm. Dema em ji Sûrê derketin min M.S.A û M.K nas kir." GOTIN EM DÊ FÎLM BIKIŞÎNİN M.Ş.A. da zanîn ku piştî hatin binçavkirin leşkeran ew şevekê di malekê de girtin û wiha axivî: "Leşkeran em şevekê di malekê de girtin. Ji mere got em dê fîlm bikişînin hûn dê piştre biçin. Em birin cihê şer û cihê leşker lê digerin. Li vir hemû cilê me derxistin. Wekî ku em teslîm bûne dîmen û wêne kişandin. Me ev yek ewil qebûl nekir. Piştre li me dan û gef li me xwarin. Piştî li min dan min ev yek mecbûrî qebûl kir. Bi vî rengî dîmen kişandin. Min di bin çavan de mafê bêdengiyê bikar anî û min tiştek negot. Min girteka teşhîsê îmze nekir. 'DOZGER XWEST GIRTÎ BÊ DARIZANDIN Dozger piştre xwest darizandin girtî berdewam bike. Parêzerê M.S.A. Lezgin Baybaşin jî piştre parastin kir û diyar kir ku muwekilê wî sivîl e û wiha got: "Muwekilê min teslîm nebûn û xwe navêtin dexle hêzên ewlehiyê. Divê bên berdan. Parêzerê M.Ş.A Muharrem Şahin jî anî ziman ku li dijî vîna bersûc îfade hatiye girtin û tu delîl tune. Prz. Şahin, ani zimanku muwekilê wî der barê polîsan de glî kiriye û xwest muwekilê wî bê berdan. Heyeta dadgehê ji piştî parastina parêzeran der barê girtiyan de berdewama girtinê da. Heyetê rûnişta dozê taloqî demên pêş kir.