ÎHD’ê ji bo greva birçîbûnê banga hestiyariyê kir 2017-03-28 15:41:08 STRENBOL - Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê bal kişand ser greva birçîbûnê ya ji bo binpêkirinên mafan, qedexeya hevdîtinê û sewqên li girtîgehan hatiye destpêkirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê derbarê greva birçîbûnê ya ji bo binpêkirinên mafan, qedexeya hevdîtinê û sewqên li girtîgehan hatiye destpêkirin de civîna çapemeniyê li darxist. Di salona civînê de pankartên “Bêdeng ne be û nebe şirîkê vî sucî #dengbidegirtîgehan” û dimirin hûnê heta kengî bêdeng bin #dengbidegirtîgehan” hatin hilawîstin. Ligel endamên komîsyonê Hevserokê HDP’a Stenbolê Mustafa Avci jî tevlî civînê bû. 'DIVÊ RAYA GIŞTÎ JI BO GREVANA HESTIYAR TEVBIGERIN’ Di civînê de destpêkê Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Mustafa Avci, axivî û wiha got: “Di dema 12’yê Îlonê de ez jî li girtîgehê bûm. Şertên niha ji 12’yê Îlonê xiraptirin. Li girtîgehan grev hene, ev berxwedana girtiyan bi tene encam nagire, divê raya giştî jî hestiya tevbigere. Wekî HDP’ê emê bi hemû saziyên eleqedar re di nava hewldanan de bin.” Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Mîne Nazarî ve hat xwendin. Nazarî beriya daxuyaniyê gotinên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ên “li girtîgehan îşkence tune ye” bi bîr anî û got ji ber van gotinan ew Bozdag şermezar dikin. Nazarî, da zanîn ku li girtîgehan her tim binpêkirina mafan hene hebûna xwe didomîne û wiha pêde çû: “Bi taybet piştî 19’ê Kanûnê ji girtiyên siyasî re ev binpêkirin hatin ferzkirin. Li girtîgehan hemû şêweyên îşkence, binpêkirinên mafan, kirinên rûmetxistinê tên pêkanîn. Ev pêkanîn gefan li tendirûstiya girtiyan dixwin û nexweşiyan çêdikin. Pêkanînên keyfî û bêhiqûqiyên li girtîgehên Tîpa F tên jiyîn bi armanca di nava ceza de cezakirine. Bi taybet piştî OHAL’ê tiştên li girtiyan tên kirin zilme.” Nazarî, anî ziman ku girtî bi awayekî baş nayên tedawîkirin, nikarin biçin cem doktor û wiha axivî: “Dema jinên girtî dibin cem doktor ligel leşkeran xwe tazîkirin li wan tê ferzkirin. Ji ber vê rewşê qebûl nakin jî bêyî tedawî bibînin paşde tînin. Girtiyên siyasî ji bo tecrîd, sirgûn û binpêkirinên mafan şermezar bikin ji 15’ê Adar heta 15’ê Nîsanê dest bi greva birçîbûnê kirine. Li aliyê din li 5 girtîgehan 35 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdorveger kirine. Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag agahiyên ne rast dide çapemeniyê. Ji hemû daxwazên girtiyan bi gefa ‘dê infaza we bê betalkirin’ bersiv tê dayîn. Li gorî agahiyên malbatên girtiyan ên çûne hevdîtina ji me re ragihandine, berpirsyariya me ye ku em bi raya giştî re parvebikin û ji bo çaraseriyê hewldanan bidin meşandin.” Li aliyê din li gorî daneyên ÎHD’ê; çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bê dorveger ên li girtîgehena didomin wiha ne: Li Girtîgeha Şakranê çalakiya 33 girtiyên 5 ji wan jinin di roja 41’emîn de ye. Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê çalakiya 16 girtiyan di roja 32'yemîn de ye. Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê çalakiya 8 girtiyan di roja 21’emîn de ye. Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê çalakiya 7 jinên girtî di roja 34'emîn de didome.