OHP: Rewşa çalakvanên grevê xerab e lê bi biryar in 2017-03-29 09:11:09 STENBOL - Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azad Prz. Serhat Çakmak, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrmeyê girtiyên çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger ziyaret kir. Çakmak, anî ziman ku tenduristiya girtiyan her ku diçe xerab dibe, lê di têkoşînê de bi biryar in. Çakmak, anî ziman ku girtî dixwazin cemawerî û parazvanên mafên mirovan hestiyar tev bigerin. Girtiyên PKK'î û PAJK'î di 24'ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa F a Erdîrneyê bi daxwaza "Bila dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê û dorpêçkirinên li gundên herêmê bi dawî bibin" dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê di roja 33'an de didome. Li Edîrneyê ewil çalakiya greva birçîbûnê bi 6 kesan dest pê kir û niha bi 16 kesan berdewam dike. Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azad Prz. Serhat Çakmak, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrmeyê 16 girtiyên çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger ziyaret kir. Çakmak, têkildardî rewşa girtiyan anî ziman ku tenduristiya girtiyan her ku diçe xerab dibe, lê di têkoşînê de bi biryar in. Çakmak, anî ziman ku bi taybetî piştî pêvajoya OHAL'ê li hemû girtîgehan zextên li ser hemû girtiyên siyasî gelek zêde bûye û wiha got: “Li Edirneyê pêkanînên taybet hene. Bi taybetî zext pêş dikevin. Di nava girtîgehan de herî zêde li Edîrneyê zext dijwar in. Heta salek berê şert û mercên li Girtîgeha Edîrneyê baş bûn. Lê piştî OHAL'ê şert pir giran bûne. Zext pir zêde bûne. ÇALAKVANAN PIR KÎLO WINDA KIRINE Prz. Çakmak anî ziman ku girtiyên di greva birçîbûnê de pir kîlo dane û wiha got: "Piştî girtî kine çalakiyê her girtiyekî nêzî 10 kiloya winda kirine. Ji niha û şûnde tenduristiya girtiyan dikeve qeterê. Di nava wan de girtiyên nexweş jî hene. Girtî bi taybetî ji mudaxaleyên li herêmên mahrem bêzar in. Mînaka herî şênber nivîsên girtiyan ên ji bo xwe dinivîsin tên desteserkirin û kontrolkirin. Ev mudaxaleyên li dijî nirxên girtiyan ên taybet nayê qebûlkirin. Pirtûkên di destê wan de desteser dikin. Pirtûka ku girtiyan bi derfetên xwe zêde kir û 80 minak çap kirin jî hat desteserkirin. Ji bo fotokopiyên ku girtiyan kişindibûn pere hat xwestin. Hemû pirtûk û alavên taybet ên girtiyan hatin desteserkirin. Li gel biryara DMME'ê heye jî dîsa pirtûk destezser kirin. BI ZORÊ ŞOPA TILIYÊN GIRTIYAN DISTÎNIN Prz. Çakmak, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê bli zorê şopa tiliyên girtiyan digire û wiha berdewam kir: "Dixwazin bi zorê şopa tiliyên girtiyan bigirin. Dema bi zorê xwestin şopa tiliyan bigirin çend girtî xistin odeyekê u derî li ser wan girtin. Bi zorê destê wan vekiriye û şopa tiliyên wan hatine girtin. Dersî di destê wan rakiriye û bi zorê şopa tiliyê wan vekiriye. Dema xwestin bi zorê girtiyekî nexweşê Astımê bibin qiriqa wî jijdandin û xwestin wî bifetisînin. Destûr nedan ku bikin qêrîn jî. Yê nexweş îşkence li wan kirin. Gelek mînakênk bi vî rengî hene." DIVÊ CEMAWERÎ HESTIYAR TEV BIGERE Çakmak, destnîşan kir ku 2 komên ku ji Erziromê anîn Edîrneyê ji girtiyên Edîrneyê cuda tên girtin û wiha lê zêde kir: “Bi îdiaya 'talûke ne' wan cuda digirin. Lê ew jî wekî girtiyên din siyasî ne û dixwazin bi hevre bibînin. Ligel vê yekê di bin tecrîdê de tên girtin. Destûr nadin ku bi hevre têkiliyê dînin. Girtiyên rastî cezayê muebeta giran hatine rojê tenê dikarin saetekê hewayê bistînin. Salek e binpêkirinên mezin hene. Di nava girtiyên di çalakiyê de girtiyên nexweş jî hene.' Çakmak, bal kişand ser peyama girtiyan û wiha got: "Girtiyan xwest hemû cemawerî, parazvanên mafên mirovan û saziyên civakî hestiyar tev bigerin. Xwest bi taybetî çapemenî dengê wan belav bike. Xwestin qanalên dîplomatîk jî bi riya wezîr û parlamenteran vê mijarê bixin rojevê. Xwestin Wezîrê Dadê jî gavan bavêje." Çakmak, anî ziman ku girtiyan destnîşan kiriye ku heta mafên xwe bi dest bixin û şertên girtîgehê baş bibin tê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li Edîrneyê hin tişt xistine îradeya rêveberiya girtîgehê. Li şûna rêveberiya girtîgehê vê yekê erênî bikar bîne dike amûra zextan. Mixabin rêveberiya girtîgehê hemû heq û hiqûqê îhlal dike û mafê girtiyan tev ji destê wan derxistiye. Piştî Midûrê Yekemîn ê Edîrneyê Haydar Ali Ak em bi midur re axivîn. Lê tu gavên erênî nehatin avêtin. Her çend diyar kir ku dê bi girtiyan re hevditin bike jî heta niha tu gavên erênî nehatine avêtin. Li Edîrneyê zextên dijwar hene. Em dixwazin girtiyên di çalakiyê de îkna bikin, lê di têkoşîna xwe de bi biryar in. Girtî heta mafê xwe bi dest bixin bi biryar in."