Li Dersimê tevgera helîkopteran 2017-03-29 11:07:52 DERSIM - Gelek helîkopterên ji navenda Dersimê rabûn ber bi Geliyê Munzurê ve firiyan. Gelek helîkopterên Skorsky ji 4’emîn Fermandariya Tugayê ya li taxa Ataturk (Sihene) a navenda Dersimê ye rabûn. Tevgera hewayî ya helîkopterên ber bi Geliyê Munzurê ve diçin didome.