Xezeba Firatê rêya Reqqa-Tebqa xistin kontrolê 2017-03-29 11:53:48 REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li herêmê operasyonên rizgarkirin û azadkirina herême berdewam dikin. Niha jî rêya di navbera Reqqa û Tebqayê de kontrol kirin. Operasyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava wê di roja 8’emîn de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Şeva din şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, li baskê başûrê ava Firatê ber bi riya navdetewî ya di navbera Reqqa û Tebqayê de bi pêşve çûn. Li herêmê heya seatên serê sibehê şerê giran qewimî. Saet di 07.00’an de rê bi tamamî ket bin kontrola şervanên Xezeba Firatê de. Di derbare encama pevçûnan de hîna tu agahiyên zelal nehatine girtin.