Şêwirmendê Meral Akşener hat binvakirin 2017-03-29 13:11:12 STENBOL - Şêwirmendê yek ji muxalifên MHP'ê Meral Akşener ê hiqûqî nurî Polat di çarçoveya operasyona “Cemaeta Gulen” de hat binçavkirin. Derket holê ku şêwirmendê yek ji muxalifên MHP'ê Meral Akşener ê hiqûqî nurî Polat di çarçoveya operasyona “Cemaeta Gulen” de hatiye binçavkirin. Hat zanîn ku Polat di operasyona çarçoveya lêpirsîna li dijî parêzerên FETO ku beriya çend rojan hatibû destpêkirin hatiye binçavkirin, li Midûryeta Polîsan a Stenbolê di lêpirsînê de ye û hêjî li midûryetê tê ragirtin. Polat ku li ser hesaba xwe ya Twitterê wêneyê Fetullah Gulen parve kir û nivîsa “We ji Dîgîturk, kablolu tv, tîvîbu û Turksatê avêt û pergala herkulê girtin. Lê hûn li pêşiya temaşekirina me nebû asteng” nivîsandibû.