Dr. Fatîh Surenkok: Zû greva birçîbûnê bikin rojeva sereke 2017-03-29 15:11:16 ÎZMÎR - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê di roja 43’an de berdewam dike. Hevserokê Şaxa SES'ê Dr. Fatih Sürenkok, anî ziman ku ev mirovên ketine grevê ji bo hestiyarî û hişyariyekê çêkin ketine grevê û wiha got: "Divê em jî ji bo wan rojevek lezgîn ava bikin. Niha girtî di rewşek krîtîk dene. Divê teqez TÎHV, ÎHD, TTB û TBB’ê heyetekê ava bikin û biçin bi Wezareta Dadê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan re hevditin bike. Çalakiya girtiyên PKK PAJK'î ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Şakrana Alîaga ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawi bibe, zextên li ser girtiyên siyasî bi dawî bibe û operasyonên siyasî û leşkerî yên li herêmê bi dawî bibe di 15'ê Sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 43'an de berdewam dike. Di 20'ê Cotmeha 2000'an de jî li dijî Tîpa F çalakiyên greva birçîbûnê pêk hatibûn û di "Operasyona vegera jiyanê" de 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Îzmirê Dr. Fatîh Surenkok ku wê demê Serokê Odeya Tabîban a Tirk bû çavdêriyên xwe yên wê demê parve kirin. EM BI PÊVAJOYEK KU JI GIRTÎGEHÊ MIRÎ DERKETVIN RÛ BI RÛ NE Surenkok, anî ziman ku kedkarên tenduristiyê di salên 1994, 1996 û 2000'an de bûn şahidê çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: "Ji bo kedkarên tenduristiyê êşek nayê tarîfkirin. Pêvajoyek pir dirizîne. Li aliyekî daxwazên ji bo mafan heye. Li aliyê din bedena mirov hêdî hêdî dimire. Hucreyê mejî û sînir dimirin û bi mirinê bi encam dibe. Em mecbûrin ku wekî nexweşekî asayî bigirin dest û tedawî bikin. Rapor û şemayên Yekitiya Tabîbên Cîhanê (DTB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk ên têkildarî rojiyên mirinê hene. Dîsa protokol hene. Em wekî hekîm û kedkarên tenduristiyê neçarin li gorî van pîvan û şemayên navneteweyî tev bigerin. 'DIVÊ TÎHV, TTB, ÎHD û TBB BI FERMÎ BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBE' Surenkok, xwest bi awayekî lezgîn Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV), Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Yekîtiya Tatiban a Tirk (TTB) û Yekîtiya Baroyan a Tirkiye (TBB) heyeteke ava bikin û heyet bi awayekî fermî mudaxîlî pêvajoyê bibe. Divê heyet bi Wezareta Dadê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan re hevdîtin bike. Divê ev sazî bi awayekî fermî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Em wekî SES ji erk û peywirê re amade ne. Ji bo em beşdarî pêvajoyê bibin her dem yekîneya me ya pispor heye. Em amade ne beşdarî pêvajoyê bibin. Em dê bi nasnameya hekîmtiyê û serbixwe çavdêriyê bikin û amade bibin." 'NIHA REWŞA WAN KRÎTÎK E ' Surenkok anî ziman ku di çalakiya 2000'an a rojiya mirinê de li Bûrsayê 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Wê demê ev rewş ji bo Tirkiye pir xerab bû. Lê dîsa Tirkiye dersên girîng ji wê pêvajoyê dernexistiye. Niha em ketine pêvajoya rîskê. Ji niha û şûnde her dem dibe ku xisarên mayinde û mirin pêk bên. Divê ji vê saetê û şûnde ji nêzîk ve bên şoandin. BÊYÎ DAXWAZA GIRTIYAN MUDAXALE NAYÊ KIRIN Surenkok destnîşan kir kesên ketine greva birçibûnê divê li gorî daxwaz û riza wan mudaxale bê kirin û wiha berdewam kir: "Divê alîkarî û mudaxaleya tibbî li gorî daxwaz û pêdiviyên wan bê kirin. Tabî xwedîkirina bi zorê ne di nav vê yekê de ye. TTB'ê di sala 20007an de mudaxaleya bi zorê red kir û îro jî mudaxaleya bi zorê red dike. Ji ber ku çalakiya greva birçîbûnê ango rojiya mirinê bi biryar û vîna xwe ya azad pêk tîne. Beyî daxwaz û riza wî divê xwarin neyê dayîn. Hevalên me yên hekîm ên li girtîgehan ger ku li dijî protokolên ku îmzeya TTB ne li ser bin tev bigerin dê zerarek mezin bidin girtiyan. EV MIROV JI BO DAXWAZEKÊ DI ÇALAKIYÊ DE NE Surenkok, herî dawî bang li saziyên sivîl ên civakî, parazvanên mafên mirovan û cemaweriyê kir û xwest bi awayekî lezgîn rojevek lezgîn çêkin û vê çalakiyê bikin rojeva sereke. Surenkok, xwest her kes li hemberî vê çalakiyê hestiyar tev bigerin û Saziyên sivîl vê mijarê li her derê bikin rojeva sereke û bînin rojevê. Surenkok, anî ziman ku divê ev daxwazên wan wekî daxwazên serke ên mirovî bên dîtin û parvekirin. Divê hemû welatî û cemawerî van daxwazên wan zanibin û mirovên Tirkiye hestiyar tev bigerin.