Li ser riya Tebqa û Reqqayê şer dijwar dibe 2017-03-29 16:02:06 REQQA- Li ser riya di navbera Reqqa û Tebqayê de şerê di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û DAIŞ`ê de dijwar dibe. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxisitin piştî ku Şervanê Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê riya di navbera Reqqa û Tebqayê de kontrol kirin, endamên DAIŞ ji Tebqa û Reqqayê êrîşî çeperên şervanan kirin. Hate zanîn ku Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bersiv dan êrîşa komên DAIŞ`ê û li herêmê şer bi dijwarî didome. Rêya di navbera Tebqa û Reqqayê de ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hatibû rizgarkirin.