Ji erd heta asîman çoşa ‘Na’ 2017-03-29 16:19:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Riha û Agiriyê di çarçoveya xebatên “Na” ziyaret berdewam dikin û li Enqereyê jî komek jinan balonên li ser “Na” hatine nivîsandin firandin û xenaya “Na” li destê xwe dan. AGIRÎ Rêveberên HDP, DBP û TJA’yê xebatên xwe yên ji bo “Na” didomînin li taxa Fatîh a Agiriyê belavok belav kirin. Bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk xebatkar çûn taxê û ji aliyê welatiyan ve bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazî kirin. Jinên li pêşberî malê paqijî û li sûkê bûn û rêveber pêşwazî kirin hincetên xwe yên “Na” vegotin. ‘EM Ê DI SINDOQÊ DE BERSIV BIDIN’ Welatiyên taxê yên li derdora Ozturk kom bûn nerihetbûna xwe ya ji ber tayînkirina qeyûm vegotin û diyar kirin ew ê di sindoqan de bersiv bidin îktîdara ku dest daniye ser vîna wan. Ciwanan jî fikarên xwe yên derbarê pêşerojê de anîn ziman û welatiyên derketin pêşberî wesayîta “Na” jî dan zanîn ku ew naxwazin şahidiya mirinan bikin û girîngiya “Na” vegotin. RIHA Yek ji navendên ku HDP xebatên referandumê lê dimeşîne jî Riha ye. Parlamentere HDP’ê yê Rihayê Îbrahîn Ayhan û heyeta ligel wî bi esnafên Pirsûs û Bêrecûkê hatin cem hev û belavokên “Na” belavkirin. HDP’iyên ku li navçeyê rastî eleqeyek mezin a welatiyan hatin bal kişandin ser girîngiya “Na”. Heyeta li Bêrecûkê sûka sewzeya ziyaretkirin piştre li taxên Karşiyaka û Zeytînbahçe çûn serdana konên sersaxiyê. ENQERE Komek jinan ên ku li Parka Guven a Enqereyê hatin cem hev, gele balonên li ser “Na” hatibûn nivîsandin firandin. Dema balonên bireng ên ku welatiyan bi eleqedar lê dinêrin difiriyan asîman jinan bi dengek bilind gotin “Ji bo pêşeroja zarokên xwe em dibêjin na”. Jinan dema balon berdan asîman bi hev re strana “Sarayi başina yar yar yikar da gideriz” gotin. Piştre jinan banga bihêzkirina eniya “Na” li welatiyên derdorê kirin. HINA'YA 'NA' LI DESTÊ XWE KIRIN Li qadê xenaya ‘Na’ ya jinan li destê xwe da bal kişand. Jinan gotin “Ji bo di referandumê de Na derbikeve çi ji destê me bê em ê bikin.” EDENE Li Edeneyê jî jinan di çarçoveya xebatên referandumê de li pêş Nûnertiya HDP'e ya taxa Şakirpaşa şahiya "Na" pêk anîn. Di şahiyê de coşek mezin derket û li ber muzîkê govend hat gerandin. Welatiyan alên li ser "Na" hatiye nivîsandin. Koma Jinan a Erbanê ya girêdayî NÇM'ê muzîk dan guhdarkirin. Bê navber lîrandin û siloganên “Jin Jiyan Azadi” berz kirin. Endama MYK'ê ya HDP'ê Bedriye Yorgun,beşdari şahiyê bû û got: "Jin dê li dijî kuştinên jinan ji bo aştiyek mayinde bêjin Na. Em dê di 16'ê Nîsanê de bi dengekî xurt bêjin Na. Jin dê li qer qadê "Na" bi rêxistin bikin. MÊRSÎN Koma Bi Hevre Na ya Mêrsînê jî li avahiya ÎHD'ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê pek anî. Di civînê de Şîlan Surmelî anî ziman ku ew dê li dijî pergala serokdewletiyê û kuştina jinan bêjin na. Surmelî xwest her kes bêjin Na. ANTALYA Rêxistina HDP'ê ya Antalya jî di çarçoveya xebatên referandumê de esnafên Bazara Çarşamba ya navçeya Kepezê ziyaret kirin. WAN Wekîl û rêveberên HDP'ê li Wanê jî esnafên Sîteya Komirê ya Navçeya Tuşba ziyaret kirin.