KHK'yeke nû hat weşandin 2017-03-29 22:45:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya nû hat weşandin. Bi vê biryarnameyê li hin wezaretan kes îadeyî pewyirê hatin kirin. Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de biryarnameyeke nû ya di hikmê qanûnê de hat derxistin. Bi vê biryarnameyê li gelek wezaretan 416 kes jî dubare vegeriyan ser karê xwe yê cemaweriyê. Navê saziyên ku karmend îadeyî pewyirê hatin kirin jî ev e: 3 kes vegeriyan ser karê xwe yê li Serokatiya Şûraya Dewletê, kesek jî vegeriya ser karê xwe yê Muhasebeta Dîwanê, Li Muduriyeta Giştî ya Weşan û Enformasyon kesek, Li Serokatiya Karên Diyanetê 76 kes, Li Wezareta Dadê 15 kes, Li Serokatiya Saziya Ewleyiya Civakî 24 kes, Li Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê 2 kes, Li Bankeya Bajaran 5 kes, Li Muduriyeta Giştî ya Tapû kadastroyê 3 kes, Li Wezareta Karên Derve kesek, Li Wezareta Karên Navxweyî kesek, Li Muduriyeta Giştî a Polîsan 24 kes, Li Muduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Navxweyî kesek, Li Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a Wezareta Karên Navxweyî 4 kes, Li Personeliya Îdareyên Mahalî ya Wezareta Karên Navwey, 90 kes, Li Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê 2 Li Wezareta Parastina Milî 7 kes, Li Wezareta Karên Daristanan û Avê 7 kes, Li Wezareta Tenduristiyê 83 kes, Li Wezareta Gihaniyê 25 kes, Li Saziya Hîndekariya Bilind jî 37 kes vegeriyan ser karê xwe.