Çemê Karaçayê zuha dibe 2017-03-30 09:02:49 MANÎSA - Li Manîsayê, Çemê Karaçayê yê ji ber qirêjiyê talûkeyê belav dike û zuha dibe. Li herêm û zeviyên çandiniyê bermayiyên sanayiya organîzeyê û molozên înşeatê bê destûr tên valakirin. Yek ji şaxên Çemê Gedîzê, Robara Karaçayê ji ber qirêjiyê talûkeyê dide der. Ji ber bermayiyên tên rijandin ava çem ji qirêjiyê reş bûye. Bi taybetî jî di havînê de, tê îdiakirin ku bêhneke zaf genî ji robar tê û ev jî dibe sedema mirina gelek giyaneweran. Tenê ne bermayiyên sanayiyê, her wiha ji aliyê kesên nenas ve jî gelek molozên înşeatê li seranserê robar ê ku erzaiyên çandiniyê lê ne tên avêtin. Li seranserê robar, ji van avahî û bermayiyan gir çêbûn û her wiha welatiyên li vê herêmê dijîn jî, ji ber qirêjiyê bi endîşe ne. Keyayê Taxa Fevzî Çakmakê Musa Sezer, diyar kir ku ev rewş wan nerihet dike. Sezer, anî ziman ku wan gelek caran ev rewş ragihandiye û wiha axivî: "Molozên înşeatên li hêla çarşiyê jî li vir vala dikin. Direvînin. Divê çareseriyek bê dîtin. Em nerihet in. Li du cihan hema bêje robar tijekirine. Van molozan dirijînin robar jî." Sezer, diyar kir ku ji ber vê qirêjiyê av bi du sê rengan diherike û wiha bang li rayedaran kir: "Havînan carinan jê ava qenalên li nav taxê naherike. Zivistanê û niha, bi du sê rengan av diherike. Carinan şîn diherike, carinan sprî. Li herêma ku park kafeterya lê çêkirine, ser robar girtine. Li vir bi awayekî ser vekirî diherike. Em bang li rayedaran dikin, da demildest mudaxileyî vê bikin." NAYÊ ZANÎN DARÊN KU TEMENÊ WAN SED SAL IN JI ALIYÊ KÊ VE HATINE JÊKIRIN Her wiha, li herêma ku moloz lê tên valakirin hin dariên temenên wan zêde hatine jêkirin. Nayê zanîn ku dar ji aliyê kê ve hatine jêkirin û di nav van darên hatine jêkirin de yên sed salî jî hene. Niştecihên taxê jî anîn ziman ku li gor wan bihîstiye, dar bi şev hatine jêkirin.