‘Ji bo mirin çênebe, divê lezgîn daxwazên girtiyan pêk bînin' 2017-03-30 09:03:21 ÎZMÎR- Girtiyên PKK û PAJK'î li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê di roja 44'emîn de berdewam dikin. Nûnerên saziyên civaka sivîl ên Îzmîrê, anîn ziman ku ji bo li girtîgehan mirin çênebe, divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bên. Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 44'emîn de ye. Saziyên Civaka Sivîl ên Îzmîrê, balê kişandin ser grevên birçîbûnên yn li gelek girtîgehan didomin û gotin, ji bo li girtîgehan mirn çênebin, divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bên. ‘REWŞ BE RBI NEBAŞIYÊ VE DIÇE' Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Huseyin Ozan, diyar kir ku ji 7'ê Hezîranê heta niha li dijî hêzên demokrasiyên yên Tirkiyeyê êrîşeke dijwar heye û got, ji wê rojê heta niha hêviya aştiyê ya bi dest ketibû tê binpêkirin û ji ber vê bi hezaran mirov ji canê xwe bûn. Ozan, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şerî yên îktîdara AK Partiyê, bajar hatine serobinkirin û bi deh hezaran mirov hatine girtin. Ozan wiha axivî: "Îro li girtîgehan 44 roj e grevên birçîbûnê hene û dibe ku ev li ser girtiyên di grevê de ne bibe cihê mayîndebûna xesarên giran. Ev welat gelek mirin û zilm dît. Êdî em mirinan tehamul nakin. Divê dawî li çewisandinên li girtîgehan bê û daxwazên girtiyan bi cih bên." ‘BILA DAXWAZÊN WAN BI CIH BÊN Û PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ BIKE' Ji malbatên girtiyan ên xizmên wan di girtîgehê de ne Yahya Kezer jî, diyar kir ku pêkanînên salên 1980'yî tên dubarekirin û wiha axivî: "Niha heman polîtîka, fikrê faşîst dubare tê ceribandin. Êdî em vê qebûl nakin. Bila êdî dayik negirîn, bila her kes bi hestiyarî tevbigere. Divê demildest dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocaln bê û daxwazên girtiyan bi cih bînin." ‘EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME BIMIRIN' Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin jî, anî ziman ku mirov rojekê nikarin birçî îdare bikin, lê îro li girtîgehan 44 roj e girtî di greva birçîbûnê de ne. Da li girtîgehan mirin çênebe, Yalçin bang li Wezareta Dadê kir û wiha axivî: "Bila ev derhuqûqiya li ser zarokên me rabe. Divê der barê greva birçîbûnê de rayedar demildest tevbigerin û dawî li vê zilmê bê. Em ê heta dawî piştevaniya têkoşîna wan bikin û li gel wan bin." ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN' Endamê TUHADER a ku bi KHK'ê hat girtin Selim Bahadir jî, anî ziman ku divê her kes li dijî zilma ku li girtîgehan pêk tê deng derxîne. Bahadir, diyar kir ku li dijî çewisandinên li girtîgehan, girtiyan dest bi grevê kiriye û got, ji bo li girtîgehan mirin çênebin divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bên. Hevberdevka Komeleya Xizmên Windayan (YAKDER) a bi KHK'ê hat girtin Zarofe Karasungur jî wiha axivî: "Êdî em naxwazin ji girtîgehan mirov bi mirî derkevin, bila bi awayekî tendurstiyane derkevin. Bila her kes bi hetsiyarî tevbigere. Dê rojekê dor wer her kesî û wê demê dê li dora xwe kesî nebînin." ‘DIVÊ BERXWEDAN BÊ ZEXIMKIRIN' Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Melis Akgul jî, divê gelên Tirkiyeyê xwedî li vê berxwedana girtiyan a ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hatiye destpêkirin derkeve.