Parêzerê Elçî, Karaman: Pêwendiya me bi dosyeya Elçî re qut bûye 2016-11-27 09:01:02 AMED - Li ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê li ber Minareya Çar Ling hat qetilkirin, her çiqas salek derbas bûbe jî, hîn jî kiryar nehatine dîtin. Endamê Komîsyona Lêpirsîna Cinayeta Tahîr Elçî ya Baroya Amedê û parêzerê Tahîr Elçî Mahsûnî Karaman got: "Li gel di dosyeya Elçî de tu biryareke nepen tune ye jî, bi vê dosyeyê re têkiliye me qut bûye, mînak nayên dayîn, niha em nizanin dosye di kîjan merhaleyê de ye." Di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di 28'ê mijdara 2015'an de li Sûrê Amedê li ber Minareya Çar Ling hat qetilkirin, her çiqas salek derbas bûbe jî, hîn jî kiryar nehatine dîtin. Ji roja ku lêpirsîn destpêkiriye heta niha 3 dozger hatine guhertin, lêpirsîn jî li gel salek derbas bûye jî, bi tu awayî bi pêş ve neçûye. Endamê Komîsyona Lêpirsîna Cinayeta Tahîr Elçî ya Baroya Amedê û parêzerê Tahîr Elçî Mahsûnî Karaman dest nîşan kir ku, di ser dosyeya Elçî re salek derbas bûye, lê belê i tu awayî agahiyek ji bo wan anyê dayîn. ‘AWAYÊ KUŞTINA ELÇÎ JÎ DIYAR KIRIN' Karaman anî ziman ku, Tahîr Elçî ji aliyê raya Tirkiye û cîhanê ve dihat nasîn û got, bi xebatên xwe yî di qadên cinayetên kiryar nediyar de şexsiyeteke giranbuha bû. Karaman dest nîşan kir ku, Elçî di 28'ê mijdara 2015'an de bûye qurbanê cinayetekê û got, di warê ku ev bi xwe cinayetek e daneyên cidî di dst wan de hene. Karamn diyar kir ku, ji van daneyan ya herî girîng kirinên Elçî û pêvajoya cinayetê bi xwe ye. Karaman wiha axivî: "Tahîr Elçî di 152ê cotmeha 2015'an de ji ber gotinên xwe yî li bernameya 'Tarafsiz Bolgeyê', rojekê şûnde rastî lêpirsînê hat. Di 20'ê cotmeh de jî biryara girtina wî hatd ayîn. Di 21'ê cotmehê de xwestin wî derdest bikin û ji bo girtinê hat sewqkirin. Bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan. Çapemenî û civaka medyayî jî ew hedef girt. Awayê mirina wî jî diyar kirin." ‘PÊWENDIYA ME BI DOSYEYÊ RE TUNE YE' Karaman anî ziman ku, li dosyeya cinayeta Elçî re wek kuştina mirovekî li rêzê gerek neyê nêrîn û got, divê dosyeya lêpirsînê jî divê di vê çarçoveyê de bê meşandin. Karaman diyar kir ku, ew difirkirin ku piştî cinayeta Elçî lêgerîna kiryarên wî, sedemên wê nehatiye kirin û got, ev salek e lêpirsîneke bêbandor tê meşandin û ev 6 mehên dawî ye ne huqûqî û ne jî fiîlê tu pêwendiya wna bi dosyeyê re tune ye. Karaman wiha got: "Li gel di dosyeya Elçî de tu biryareke nepen tune ye jî, bi vê dosyeyê re têkiliye me qut bûye, mînak nayên dayîn, niha em nizanin dosye di kîjan merhaleyê de ye. Lê belê tiştekî ku em dizanin heye. Di dosyeyê de hîn jî gumanbarek tune ye. Çekê ku pê berdan Elçî nehat tespîtkirin, çimkî dendika guleyê nehat dîtin. Ji ber delîlên zelal tune ne, ji bo ronîkirina vê cinayetê pêşketinek pêk nehat. Me zêdeyî 100 carî daxwaz li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir. Ji bo van daxwazin me , em nizanin çi kiriye. Çimkî dozger ne agahiyê dide me ne jî dide raya giştî." 3 DOZGER HATIN GUHERTIN LÊ... Karamn vegot, dozgerê ku niha dosyeya Elçî di dest de ye jiw an re gotiye min hîn dosye raçav nekiriye û got, heta niha 3 dozger hatine guhertin û dozgerê beriya vî jî bêyî dosyeyê raçav bike teslîmî yê din kiriye. Karaman diyar kir ku, li gel der barê dosyeyê de biryara nepeniyê tune ye jî, dosye ji wan tê veşartin, agahî ji bo wan nayên dayîn û anî ziman ku, di warê dîtina kiryaran de jî tiştek nehatiye kirin. Karaman wiha axivî: "Piştî cinayeta Elçî dozger got 'Ev ji bo me deyneê namûsê ye.' Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ji bo zelalkirina cinayetê soz dan. Serokomar, Serokwezîr ji bo zelalkirina cinayetê taahhut dan. Em dixwazin ev taahhut bi cih bên." ‘EM Ê BEYANÊN YAKIŞIR BIPIRSIN' Karaman anî ziman ku, roja ku ELçî hat kuştin wan nirxandinên ku Mahsûn Gurkan ev cinayet kiriye hemû niraxndine û got, di dîmenan Gurkanên ku namlûya çekê di dest de ye ne pêkan e ku kiryarê cinayeta Elçî be û got, waan kêliya cinayetê daxistine heta 3-4 saniyeyan jî. Karaman anî ziman ku, wan di dîmenan de dîtiye ku Gurkan bi tu awayî çek bi akr neaniye, yê li mintiqa Baliçilarbaşiyê du polîs kuştin û dawiyê li serê kuçeyê bera polîsekî din da Ûgûr Yakişir bûye û got, wan ev hemû di dîmenan de dîtiye û bê şik û guman in. Karamn wiha axivî: "Çeka hat avêtin jî di dosyeyê de ye. Derket holê ku, bi wê çekê polîs hatiye kuştin. Çend roj berê beyanên ûgûr Yakişir derketin. Piştî van beyanên Yakişiri, lêkolîneke teknîkî dikare bê kirin. Wê di vê mijarê de çend pirsên me ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê hebin. Em ê dosyeyê amade bikin û berpêş bikin." DI SER CINAYETA ELÇÎ RE SALEK DERBAS BÛ LÊ... Karamn got, cinayeta Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk û ya Elçî dişibin hev û got, lê ji aliyê destpêka lêpirsînê de cinayeta Dînk hinekî bi avantajtir e û balê kişand ser girtina Ogun Samast. Karaman dest nîşan kir ku, di cinayeta Elçî de ji ber kiryar nehatiye dîtin, di dosyeyê de pêşketin çênabe û wiha axivî: "Delîlên têkûz yên ku wê me ber bi kiryaran ve bibin di dosyeyê de tune ne. Heke tetikêşek bê dîtin, wê pêşketinek dest pê bike. Salek derbas bû, lê lêpirsîn ne li gor dilê me ye." Aziz Oruç - dihaber