Şaredarê MHP'î: Ji sedî 80 MHP'î dibêjin 'Na' 2017-03-30 09:10:48 KONYA - Abdulkadir Ozturk ê du serdeman bû Şaredarê Bajaroka Însûyû ya Konyayê diyar kir ku di warê siyasetê de ji bo wan Bahçeli miriye û wiha got: "Dê ji sedî 80 MHP'î bibêjin 'Na'." Ji bo referandûmê partiya herî zêde tê nîqaşkirin bêguman MHP ye. Hem di warê amadekirina şert û mercên referandûmê de, hem jî di warê têkiliya bi AK Partiyê re, alîgirên MHP'ê bi awayekî zêde li dijî Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli bertekan nîşan didin. Ji ber vê wisa dixuyê ku dê derdora MHP'ê bi awayekî zêde dengê 'Na'yê bi kar bîne. LI GOR ENCAMÊN HILBIJARTINAN... Ji bo MHP'ê Konya navendeke girîng e. Di hilbijartian 7'ê Hezîranê de, li Konyayê rêjeya dengên MHP'ê ji serî 16,7 bû, di hilbijartina 1'ê Mijdarê de rêjeya denganê MHP'ê ji sedî 11,4 bû. Li gel vê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Konyayê rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 65,45 bû, di hilbijartina 1'ê Mijdarê de rêjeya dengê wê ji sedî 74,4 bû. 'MIROV KIRIN DIJMINÊN HEV' MHP'iyên li Konyayê herî zêde li hêla "Na"yê radiwestin û li dijî Bahçeli bi awayekî zêde tije bûne. Abdulkadir Ozturk ê berê du serdeman serokatiya Şaredariya Bajaroka Însûyû ya girêdayî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê kir, di wê qenaetê de ye ku dê li Konyayê jis edî 10'ê AK Partiyiyan û ji sedî 80'ê MHP'iyan bibêjin 'Na'. Ozturk her çi qas di MHP'ê de siyaset kiribe jî, balê dikêşe ser rageşiya civakî û dibêje ev bi AK Partiyê kûrtir bûye. Ozturk wiha dinirxîne: "Dewleta AKP heye. Mirov kirin dijminên hevdu." 'KONYAYÎ DITIRSIN KU BIAXIVIN' Ozturk ji bo atmosfera siyasî ya Konyayê jî wiha dibêje: "Konyayî zaf bêdeng in. Berê mirovan bi awayekî aşkere tercîhên xwe dianîn ziman. Niha sedema bêdengiya wan ji ber tirsê ye. Çimkî kesên diaxivin wek FETO'yî, terorîst îlan dikin." 'BEKAYA ÇI HALÊ ÇI, BEKAYA KU BEHSA WÊ DIKIN PÊŞEROJA WAN BI XWE YE!' AK Partî û MHP, di kampanyaya hilbijartinê ji dêvla ku li ser pergala serokatiyê vebêjin, bi têgehên wek "welat, bekaya welat" vedibêjin. Ozturk li dijî vê bertek nîşan da û wiha got: "Dibêjin ji bo welat, ji bo bekaya welat. Welatê çi bekaya çi? Min 30 sal xizmeta vê dozê kir. Sirf ji bo Erdogan dixwaze vê anîn." 'BAHÇELÎ DEYNÊ ERDOGAN DIDE' Ozturk balê kişand ser çanda pêşengtiya di MHP'ê de jî û wiha domand: “Di warê siyasetê de ji bo me Bahçeli miriye. Heke îro hilbijartinên giştî çêbibin û MHP bi Bahçeli re têkeve hilbijartinê, ji sedî 3 deng nastîne. Ji sedî 80'yê netewperest û mengîwer (ulkucu) dibêjin 'Na'. Wisa lê nenihêrin, erê Bahçeli li qadan diqîre, lê AKP'yî diçin mîtîngên wî. Ev operasyoneke ku Bahçeli û Erdogan dixwazin xwe pê xelas bikin. Erdogan nehişt kongreya MHP'ê bê lidarxistin û bi vî awayî Bahçeli xelas kir. Niha jî Bahçeli deynê Erdogan dide." Her wiha Ozturk balê kişand ser pêşnûmaya Qanûna Bingehîn a dê berpêşî referandûmê bê kirin û wiha got: "Heke ev pêşnûma derbas bibe, dê Tirkiye veguhere Sûriyeyê."