OHP'ê pirtûka 18 xalên referandumê amade kir 2017-03-30 09:11:06 STENBOL - OHP, der barê guherandina 18 madeyên Qanûna Bingehîn de ya ku dê di 16'ê Nîsanê de berpêşî referandûmê bê kirin pirtûkçeyeke raveker amade kir. Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) der barê guherandina 18 madeyên Qanûna Bingehîn de ya ku dê di 16'ê Nîsanê de berpêşî referandûmê bê kirin pirtûkçeyeke raveker amade kir. Di pirtûkçeyê de tê vegotin ku "Ne veqetana hêzan, dixwazin yekîtiya hêzan" bînin û dixwazin hemû hêz li ber destê Serokomar bin komkirin. Di pirtûkçeyê de wiha tê gotin: "Pergala ku tê pêşniyarkirin, ne Pergala Serokatiyê ye! Di Pergala Serokatiyê de, di navbera qanûnçêkirin û birêvebirinê de serbixwebûneke tund heye. Di Pergala Serokatiyê de, organên qanûnçêkirin û birêvebirinê dawî li peywirên hev nayinin." Her wiha dîsa, di pirtûkçeyê de tê destnîşankirin ku di Pakêta Guherandina Qanûna Bingehîn ya ji bo Tirkiyeyê tê pêşniyarkirin de, pergala "Yekzilamiyê" heye û ev rewş ji pergala olîgarşiyê wirdetir e.