TTB: Greva birçîbûnê krîtîk dibe divê rayedar hevdîtin bikin 2017-03-30 11:24:45 ENQERE - Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Selma Gungor, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî û wiha got: "Çalakiya girtiyan di rewşek kritik de ye. Divê rayedar bi lezgîn bi girtiyan re hevdîtin bikin û daxwazên wan pêk bînin. Em dê Forma Çavdêriyê ya Grevê bişînin. Çalakiya girtiyên PKK PAJK'î li Girtîgehên Şakran, Edîrne, Sîncan û Wanê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawi bibe, zextên li ser girtiyên siyasî bi dawî bibe û operasyonên siyasî û leşkerî yên li herêmê bi dawî bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Li Tîpa T a Hêjmar 3 a Şakranê çalakiya girtiyan di roja 44'an de, li Edîrneyê di roja 33'an de greva birçîbûnê berdewam dike. Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Selma Gungor, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî axivî û xwest rayedar daxwazên girtiyan pêk bînin. Gungor, anî ziman ku çalakiya girtiyan di rewşek kritik de ye û wiha got: "Divê rayedar bi lezgîn bi girtiyan re hevdîtin bikin û daxwazên wan pêk bînin. Girtiyên di çalakiya grevê dene, ji bilî xwê, av, şekir pêdiviyên xwarinê nagirin. Ji ber vê yekê bedena mirov xwe nû nakin. Nikarin rûn û proteîn bistîne. Bedena mirovan piştî demekê depoya ji goştê xwe dixwe û kîlo dide. Di nava mehekê de pir kîlo didin. Teqedê mirov namîne û hevsengiya mirov xera dibe. Di pergala herifandina xwarinê de tahrîbat çê dibin. Mîde xwîn dibe." 'DIVÊ VÎTAMÎNA B1 BIDIN GIRTIYAN' Gungor, anî ziman ku divê girtiyên di çalakiya grevê de vîtamîna B1 bixwîn û wiha berdewam kir: "Vîtamîna B1 mejî diparêze. Çalakiya grevê ne ji bo întîharê ye. Ji bo balê bikişînin ser daxwazên xwe. Ji bo çareseriya pirsgirêkê ye. Divê teqez vîtamîna B1 bixwîn. Ger ku vê vîtamîna B1 nexwin dê xweşiyên "Sendroma Wernicke-Korsakoff" derkeve holê. Dibe sedema ku hişê xwe winda bikin." Gungor, destnîşan kir ku girtiyên di çalakiyê de divê bi rêk û pêk bên muayinekirin û wiha got: "Divê bi tenê neyê hiştin. Her çend li girtîgehan hekîm hebin jî di mijara greva birçîbûnê û tedbîrên li hemberî vê yekê ne serwext in. Ji ber vê yekê em wekî TTB dê Forma Şopandina Grevê ava bikin û bişînin girtîgehan. Ji bo şopandina girtiyên di çalakiyê de û alîkariya wan em dê forum ava bikin û bişînin." GER KU HIŞÊ WAN LI SERÊ WAN BE DIVÊ KES MUDAXALE NEKE Gungor, anî ziman ku girtiyên di çalakiyê de û hişê wan li serê wan be divê kes mudaxale neke û wiha got: "Di hemû mudaxale û muayineyê de divê destûr û rizaya girtî hebe. Beyî riza û destûra girtî tu tişt nayê kirin. Divê teqez bi riza û daxwaza girtî mudaxale bê kirin. Gungor, destnîşan kir ku wekî hekîm çalakiya greva birçîbûnê rast nabînin û wiha got: "Niha pêvajoya krîtîk dest pê kiriye. Divê teqez rayedar bi lezgîn bi girtiyan re hevdîtin bikin û daxqazên wan pêk bînin. Divê bi lezgîn çareseriyekê peyda bikin. Em hêvî dini ku daxwazên wan bên bersivandin û dawî li vê çalakiyê bînin."