Li girtîgehên Çukurovayê greva birçîbûnê di roja 16'emîn de ye 2017-03-30 12:49:19 EDENE - Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Çukurovayê di roja 16’emîn de bardewam dike. Parêzer Tugay Bek diyar kir ku ew ji reşwa li girtîgehan bi fikarin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, Girtîgeha Tîpa C a Tarsus, Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê û Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê, bi armanca "Bila dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê û dorpêçkirinên li gundên herêmê bi dawî bibin" dest bi çalakiyê greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kiribûn û grev di roja 16’emîn de didome. Girtiyên li Girtîgeha Tarsusê di greva birçîbûnê de ne, bi riya Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê parêzer Tugay Bek banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Bek, diyar kir ku ger daxwazên girtiyan bi cih neyînin dê rewşa girtiyan pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne û wiha got: “Hem malbat em jî em parêzer ji vê rewşê bi fikarin.”