‘Bila ji girtÎgehan cenaze dernekevin’ 2017-03-30 12:59:24 SÊRT - Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Sêrtê diyar kir ku rewşa girtiyên dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirine giran dibe û wiha gotin: “Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Dile me dişewite. Bila dest deynin ser wijdana xwe û daxwazên wan bi cih bînin.” Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Sêrtê derbarê greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ku li girtîgehan hatiye destpêkirin de li avahiya DBP’ê ya Sêrtê civînek çapemeniyê li darxist. Dayîkan xwest ku daxwazên girtiyan ên ku rewşa wan ber bi xirapbûnê ve diçin bên qebûlkirin. ‘BÊDENG NEMÎNIN’ Di civînê de endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Maşallah Işik Aslan axivî. Aslan diyar kir ku girityên li girtîgeha Şakran, Sêrt, EdÎrne, Sîncan, girtîgehên din û Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca di greva birçîbûnê de ne û wiha got: “Çima dewlet bêdeng dimîne? Jin û zilam dest bi greva birçîbûnê kirine. Zextên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û îşkece pêk tê. Em dixwazin di demek kurt de pirsgirêk bên çareserkirin. Bila daxwazên wan bi cih bînin. Girtiyan gelek kilo dane û tendirûstiya wan her ku diçe xirab dibe. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Parlamentera me Besîme Konca jî ev 5 rojin di grevê de ye. Wijdana me wê ebûl nake. Kêr gihiştiye hestî êdî beşe. Em wekî dayîkên girtî û şehîdan nikarin xwe bigirin. Beşe! Bila daxwazên girtiyan bi cih bînin. Bile kesek bêdeng nemine.”