Ji heman sûcî du dozên cuda û girtin 2016-11-27 09:20:30 HATAY - Xwendekarên Zanîngeha Mûstafa Kemalê Amed Kiran û Azad Demîr piştî hatin girtin û tehliye bûn, ji heman dozê der barê wan de dubare lêpirsîn hat destpêkirin û careke din hatin girtin. Ji xwendekarên Zanîngeha Mûstafa Kemalê ya Hatayê (MKU) Azad Demîr û Amed Kiran, bi hinceta beşdarî çalakiya Newroza Îskenderûnê ya 2016'an a ku ji aliyê Walîtiya Hatayê ve hatibû qedexekirin bûne, tevî 7 kesan hatibûn binçavkirin û pişt re hatin girtin. Piştî girtinan, 7 kesên ku derbarê wan de bi tawanbariya "Endamê rêxistinê û propagandaya rêxistinê" îddianame hatibû amadekirin, 3 mehan girtî man û di meha hezîranê di rûniştina yekemîn de hatibûn berdan. Piştî tehliyeyê Kiran û Demîrê xwestin perwerdehiya xwe bidomînin, di 27'ê tebaxa 2016'an de tevî 11 xwendekaran dubare hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinan Kiran û Demîr jî di nav de 8 xwendekar bi tawanbaraiya "Endamê rêxistinê û propagandaya rêxistinê" sewqî dadgehê hatin kirin û hatin girtin. JI HEMAN SÛCÎ DU CARAN HATIN GIRTIN Di girtenameyan de beşdarbûyîna Kiran û Demîr ya bîranîna Roboskiyê ya di 2015'an de li MKU'yê pêk hat wek bi "Fermana rêxistinê" beşdarbûne û "propagandaya rêxistinê kirine" cih girt û di heman demê de beşdarbûyîna wan î protestokirina qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê jî wek tawanbariyan cih girtin. Li gel vê beşdarbûyîna wan î çalakiya Newrozê û hevdîtinên wan î telefonan jî wek delîlên sûcî hatin hesibandin. Parêzer Şukran Cabîr Dag diyar kir ku, muwekîlê wê Demîr û hevalê wî Kiran û 8 xwendekarên din bi awayekî derhuqûqî û bêyî delîl hatine girtin û bi bîr xist ku, muwekîlê wê û hevalê wî bi heman tawanbariyan ji xwe berê jî hatibûn girtin û doza wan hîn didome. Dag dest nîşan kir ku, Demîr û Kiran di adarê de hatibûn girtin û paşê hatibûn tehliyekirin û got, ji xwe ji ber tawanbariyên dosyeya ku der barê 8 kesan de biryara girtinê daye, dozeke ku hîn jî didome heye. Dag dest nîşan kir ku, li gor huqûqa cezayê kesek ji heman sûcî 2 caran nayê darizandin û anî ziman ku, muwekîlê wê û Kiran bi awayekî derhuqûqî hatine girtin.