Li Dêrikê skandal: 35 zarok rastî îstismarê hatin 2017-03-30 13:39:28 MÊRDÎN- Li Dêrikê, Ş.Y. yê li Dibistana Navîn a Gundê Kevirşînê karê paqijiyê dike, li dijî 35 xwendekaran îstîsmara zayendî kir. Piştî bûyer belav bû Ş.Y. hat girtin û Midûrê Dibistanê jî bi awayekî veşarî ji peywirê hat girtin. Hat zanîn ku Midûrê hat dûrxistin û cendirmeyan ji bo bûyer di çapemeniyê de neyê belav kirin gef li xwendekar û mamosteyan xwarine. Li Dibistana Navîn a Gundê Kevirşînê ya Dêrika Mêrdînê gelek zarok rastî îstismara zayendî hatin. Derket holê ku xedemeyê dibistanê Ş.Y. zarokên keç ên li dibistanê dixwînin û temenê wan di navbera 6-12 salan de ye îstismar kiriye. Piştî xwendekar ji dibsitanê belav dibin, dema malbat dibînin ku zarokên wan dereng tên malê dikevin nava şik û gumanan. Li ser gumanan meseleyê lêkolîn dikin. Zarokan ji malbatên xwe re diyar kir ku, dema ders diqedin, xedeme Ş.Y. li dibsitanê radiwestîne û paqijiya dibsitanê li wan ferz dike. Lê li ser pirsên malbatan, zarokan diyar kiriye ku Ş.Y. wan îstismar dike. ÎFADEYA 70 XWENDEKARAN HAT GIRTIN Piştî malbat bi bûyerê hisiyan, serî li Qereqola Cendirmeyan a Dêrikê dan û giliyê Ş.Y. kirin. Li ser vê qereqolê Ş.Y. binçav kir û dozgerî jî bi referqatiya mamosteyê rehberê îfadeya 70 xwendekaran girt. . Ş.Y. yê hat binçavkirin, di 27'ê Adarê de hat girtin. Hat diyarkirin ku îfadeya 35 xwendekaran dişibe hevdu. Hin malbatan diyar kirin ku stismara zayendî ji sala çûyîn ve didome, lê belê heta niha baş nehatibû famkirin. Hin ferdên malbata Ş.Y. cerdevan in û tê îdiakirin ku heta niha ji aliyê hin gundiyan ve her tim hatiye parastin. Li gel van geşedanan jî, hat diyarkirin ku Gerînendeyê Dibistanê M.Ç, bi hemû mamosteyên dibsitanê re civînek çêkiriye. Hat zanîn ku gerînende di civînê de mamoste hişyar kirine ku, da bi tu awayî agahiyên vê bûyerê ji kesî re neyên gotin. GEF LI MAMOSTEYAN HAT XWARIN Hat diyarkirin ku leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Dêrikê ya ku lêpirsîna bûyerê dike, gef li mamosteyan xwarine û wiha gotine: "Ev bûyer me eleqedar dike. Divê bi tu awayî ji kesî re agahî neyên ragihandin. Telefonên we tên guhdarîkirin. Divê di çapemeniyê de bi tu awayî navê vî gundî derbas nebe." Piştî bûyerê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê jî mufetîş şandine gund. Têkildarî îdîayê em li Midûrê Dibistana Kevirşînê geriyan. Hat diyarkirin ku Midûr M Ç. piştî bûyerê bi awayekî dizî ji peywirê hatiye girtin. Li şûna wî jî midûrê nû hatiye tayînkirin. Midûrê nû diyar kir ku agahiya wî ji telefona M.Ç’ tune û nikare agahî bide. Midûrê nû anî ziman ku der barê dosyayê de biryara veşartinê heye û nikare agahî bide û telefon girt. Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Dêrikê jî gef li xwendekar û mamosteyan xwar û xwest agahiyê bi çapemeniyê re parve nekin. Hat zanîn ku piştî bûyerê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê mufetiş şandine gund.