Qeyûm tayînî Şaredariya Bêdarê hat kirin 2017-03-30 13:55:42 SÊRT - Qeymeqamê Berwariyê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bêdarê hat kirin. Li bajaroka Bêdarê ya navçeya Berwariya Sêrtê piştî ku di 21'ê Adarê de Hevşaredar Dijwar Ulaş hat binçavkirin û girtin qeyûm tayîn şaredariyê hat kirin. Qaymeqamê Berwariyê Murat Kahraman wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bêdarê hat kirin.