HDP'ê darên li Besta hatin birîn ji meclîsê pirsî 2017-03-30 15:02:52 ŞIRNEX -Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, darên ku li herêma Besta ya Şirnexê hatin birîn anî rojeva meclîsê û ji Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu pirsî. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, darên ku di navbera herêma Gundikê Melê, Qileban û Sêgirkê yên li qada Besta ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn anî rojeva meclîsê. Leyla Birlik, têkildarî mijarê pirsname da Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu û xwest bi bersivîne. Bîrlîk ev pirs ji Eroglu pirsîn: "* Sedema birîna darên li herêma Besta ya Şirnexê çiye? * Kê fermana birîna darên li herêma Besta ya Şirnexê daye? Ger ku biryar hebe ev biryar agahiya we jê heye? * Li herêma Besta ya Şirnewxê birina daran hêj didomin. Ji bo birîna daran bi dawî bibe tu hewldanên we hene ya na? * Hem li Cîhanê û hem jî li Tirkiye qadên bi dar û ber her ku diçe kêm dibin. Zuhayî û hişkesalî zêde dibe. Hûn birîna darên li herêma Besta ya Şirnewê çawa îzah dikin? * Şaredariya Gundikê Melê Qiliban û Sêgirkê serî li Qereqola Cendirmeyan a Millî da û îtîraz kirin. Li gel hemû îtîrazan birîn û jêkirina daran didome. Heta niha têkildarî vê mijarê tu lêpirsîn hatiye kirin? * Li herêma Şirnexê biryara birîna daran hêj li çend herêmên din hatiye dayîn?"