Cezayê 'Nûçegîhaniya dildar' dan Feleknas Uca 2017-03-30 15:12:52 AMED - Dadgeha Îdarî li Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca ku di çarçoveya kampanya Nûçegîhaniya Dildar de li JINHA nûçegîhaniya dildar kir, bi îdîaya 'Li dijî fermanê bê îtîatî kiriye" ceza birî. Cemîyeta Rojnamegerên Azad (OGC) di tebaxa 2016'an de ji bo balê bikişîne ser girtina rojnamegeran kampanya "Nûçegîhaniya Dildar dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanya "Nûçegîhaniya Dildar de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca li JINHA'yê nûçegîhaniya dildar kiribû û nûçe şopandibû. Uca piştî kampanya KJA'yê ya "Ez Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevin" şopand û nûçeya wê çêkir, Dîsa Uca Çalakiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya runiştinê dabû destpêkirin şopandibû. Uca çalakiya dayikan şopandibû û roportaj ji dayikan girtibû. Polîsan mudaxaleyi çalakiyê û daxuyaniyê kiribû. Piştî vê çalakiyê bi îdîaya 'Li dijî fermanê bê îtîatî kiriye" ceza birî. Heyeta dadgehê bi îdiaya li dijî fermanê derketiye 219 lira cesayê pereyan birî. ‘CEZA PÊKENOK E' Parlamenter Uca anî ziman ku Cezayê li wan hatiye birîn pir pêkenok û bi êş e û wiha got: “Min wê rojê rojnamegerî kir. Min ji jinan roportaj girt. Polîsan ji bo çalakiyê xwest bi min re muzakere bikin. Min got "Ez îro rojnameger im. Lê di girteka ku ji min re şandine de dibêjin "Tu li dijî fermanê derketiye' Ez ji bo roportaja dayikan tev li çalakiyê bûm. Ji bo ku ceza li me bibirin serî li hemû deriyan didin. Ev girtek û ceza pir pêkenok û bi êş e."