Polîsan welatî bi birîndarî girtin û înfaz kirin 2017-03-30 15:34:35 WAN - Li navçeya Ercişê ya Wanê polîsan bi ser malekê de girt û 2 kes kuştin. Hat zanîn ku ji 2 kesên jiyana xwe ji dest dan yek bi birîndarî girtin û piştre hatiye înfazkirin. Li taxa Salihiyê ya Navçeya Erdîşa Wanê polîsan bi ser malekê de girt û bi îdîaya endamên YPS’ê ne 2 kes înfaz kirin. Hat zanîn ku kesek bi birîndarî hat girtin û piştre înfaz kirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku polîsan di saetên 01.00'an de bi ser malê de girtin û polis deriyê apartmana 3 qatî bi panzêrê şikandine û piştre ketine hundirê malê. Şahidan anin ziman ku piştî polîsan li ser avahyê gule reşandin kesek kuştin û kesê din jî bi birîndarî girtin û piştre înfaz kirin. Şahidan anîn ziman ku piştî pevçûnê wekî ku şer deketine 2 cenaze birine gomê û li gomê dane ber guleyan. Di bûyerê de pîra 65 salî Ayşe Hezer, Esra Hezer, Gul Hezer, Cafer Hezer û Alî Hezer hatin binçavkirin. Şahidê bûyerê Ali Taştan, çavdêriyên xwe vegot û diyar kir ku li malê 5 kes hebûn û wiha got: "Kesên li malê bi saxî filitîn mucîze ye. Ji saet 01.00'ê şevê heta saet 03.00'ê şevê avahî dan ber guleyan. Piştî 2 saetan xwediyê malê binçavkirin û xistin panzêrê. Bavê min ê kal jî bû şahidê bûyerê. Piştî bûyerê tenê ambulansek hat cihê bûyerê û tenê cenazeyek birin." Pişti bûyerê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan û rêveberên HDP û DBP’ê cûh cihê bûyerê û lêkolîn kirin.