QSD'ê bi sedan welatî ji DAÎŞ'ê rizgar kirin 2017-03-30 15:45:17 REQQA- Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi sedan şêniyên Tebqa ji destê komên DAIŞ`ê rizgar kirin û derbasî herêmên bi ewle kirin. Hêzên Suyireya Demokratîk di çarçoveya operasyona li herêma Reqqa û tebqayê bi sedan welatî ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir. QSD'ê li herêma bendava Firatê korîdora rizgarkirina sivîlan vekir. Piştî koorîdror vekir, bi sedan şêniyên bajarê Tebqa berê xwe dan herêmên bi ewle. Şêniyên bajarê Tebqa ku ji ber zilma komên DAIŞ`ê reviyane piştî ku bendava Firatê derbas kirin, QSD`ê ew derbasî gundê El-Siwêdiya Rojhilat kirin. Welatiyên ku ji destê DAÎŞ'ê xelas bûn, bi meş, traktor, motor, maşîneyan berê xwe dan cih û warên ewle. Gelk walatî sewalên xwe jî tevî xwe anîn.