Îfadeya nûçegihanê me Keleş a li emniyetê temam bû 2017-03-30 16:14:25 WAN- Îfadeya nûçegihanê me Selman Keleş ê dema nûçe dişopand bi xebatkarê Şaredariyê Rêya Armûşê Arîf Aslan hatin binçavkirin ên li emniyetê temam bû. Îfadeya nûçegihanê me Selman Keleş ê dema nûçe dişopand di 20'ê adarê de bi xebatkarê Şaredariyê Rêya Armûşê Arîf Aslan ve hatin binçavkirin ên li emniyetê temam bû. Keleş û Aslan ên 10 roj in di bin çavan de ne dema ji bo nûçe li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûn û dîmen dikişandin bi gumana "endamê rêxistinê ne" hatibûn binçavkirin û malzemeyên wan hatibûn desteserkirin.