Li Sûrê buroya 'Na'yê hat vekirin 2017-03-30 17:25:14 AMED - HDP, di çarçoveya xebatên referandûmê de li Sûrê buroya "Na"yê vekir. HDP'a Amedê, di çarçoveya xebatên referandûmê de li navçeya Sûrê buroya xwe ya ewil vekir. Buro li Kolana Înonuyê ye û li buroyê bi gelek zimanan alayên li ser "Na" nivîsandî hatin daliqandin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî di nav de gelek welatî bi hev re buro vekirin. Her wiha li wesayîtên di rê de diçûn jî alayên "Na" li ser nivîsandî hatin belavkirin. ‘JI BO RÛXANDIN Û KOMKUJIYA LI SÛRÊ 'NA'' Taşçier di vekirina buroyê de axivî û temiya buro bibe wesîleya "Na"yan kir. Taşçier, balê kişand ser dorpêçkirina li Sûrê û bi bîr xist ku li Sûrê gelek ciwan hatine kuştin û bang li her kesî kir da li dijî rûxandin û komkujiyan bêjin "Na". Piştî axaftinê, buro bi tilîlî û çepikan hat vekirin.