Li Edeneyê bîranîna Kizildereyê 2017-03-30 19:05:33 EDENE - Li Edeneyê ciwanan komkujiya Kizildereyê bi bîr anî û gotin, ew ê şopdarê têkoşîna wan bin. Li Parka Ataturkê ya Edeneyê, ciwanên endamê Ciwan Dibêjin Na di salvegera komkujiya Kizildereyê de Mahir Çayan û hevalên wî bi bîr anîn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û dema rêzgirtinê de pankarta li ser "Wêneyên Kizildereyê, Ciwan li vir in" nivîsandî hat vekirin. Ji endama Ciwanên Edeneyê Dibêjin Na Aycan Serbes, diyar kir ku ew ê nehêlin ku meşaleya têkoşîna pêşengên şoreşger bitefe û wiha got: "Gotina me ya ewilîn, gotina dawîn e. Kizildere ne ya dawî ye, şer didome."