Li Îzmîrê mudaxileyî bîranîna Kizildereyê hat kirin: 30 kes hatin binçavkirin 2017-03-30 19:13:28 ÎZMÎR - Li Îzmîrê polîsan mudaxileyî bîranîna Kizildereyê kir. Di mudaxileyê de polîsan gelek kes derb kirin û nêzî 30 kesî jî bin çav kirin. Li Îzmîrê, rêxistinên ciwanan ên şoreşger û demokrat xwestin li ser Kolana Şehîdên Kibrisê ya Alsancakê, di salvegera komkujiya Kizildereyê de Mahir Çayan û hevalên wî bi bîr bînin. Lê belê polîsan bi gaza îsotan û copan mudaxileyî çalakiya bîranînê kir û di vê mudaxileyê de nêzî 30 ciwan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin derbkirin û bi xwêr ve ew xistin wesayîtan. Hat dîtin ku polîsan di wesayîtê de jî ciwan derb kirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birine Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê.