Adil Okay: Divê piştevaniya bi girtiyên di grevê de xurtir bibe 2017-03-31 09:31:15 ÎZMÎR - Ji ekîba "Hatiye Dîtin" Adil Okay, anî ziman ku şert û mercên li girtîgehê ji yên ku li derve gilî û gazinca wan tê kirin dijwartir in û wiha got: "Divê ji derve ji bo yên hundur gelek name bên nivîsandin, da ku zebaniyên zindanan bibêjin 'Nexwe ev mirov ne bêxwedî ne'. Ji bîr nekin zexîreya herî girîng a girtiyan name ye." Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku bi daxwaza dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bidawîbûna dropêçkirinên li gundên operasyon lê didomin hat destpêkirin, di roja 45'emîn de didome. Her diçe rewşa tenduristî ya girtiyan ber bi nebaşiyê ve diçe û li gel vê pêkûtiyên li girtîgehan jî zêde dibin. Ji ekîba Hatiye Dîtin (Gorulmuştur) Adil Okay ê demeke dirêj di girtîgehê de maye, anî ziman ku ku şert û mercên li girtîgehê ji yên ku li derve gilî û gazinca wan tê kirin dijwartir in. ‘WELAT VEGUHERANDIN GIRtÎGEHEKE NÎVVEKIRÎ' Okay, dest nîşan kir ku bi îktîdara AK Partiyê welat veguheriye girtîgeheke nîvvekirî û wiha axivî: "Belê, li derve her diçe tarîtiya dewleta AKP zêde dibe. Belê, em her roj bi binpêkirinên mafan, sansur, girtinên nû re rû bi rû dimînin. Belê, em di nêvengeke tirsê de dijîn. Bi sansur û oto-sansuran dengê muxalifan ditepisînin. Bi girtina rêveberên partiyan, şaredaran dixwazên muxalefeta demokratîk asteng bikin. Çapemnî daxuyaniyên parlementerên nehatine girtin û li derve ne naweşîne. Lê li hundur yanî li zindanan şert û merc zaf dijwar in. Girtiyên polîtîk ên ji azadiyê hatine mehrûmkirin, di hucreyên xwe de her tim bi serbilind in." Okay balê kişand ser şert û mercên li girtîgehan û wiha axivî: "'Lêgerîna tazî' ya ji bo rewşên îstîsnaî heye, niha li ser hemû girtiyên polîtîk tê ferzkirin. Di dema muayeneya bijîşkan de kelepçe nayê vekirin. Hin bijîşk jî carinan wê sonda Hîpokratê ji bîr dikin û dibin hevparê vî sûcî. Pirtûkên ku bi tu awayî ne derqanûnî ne nadin wan. Serdegirtinên hucreyan veguheriye talanê. Pitikan ji dayikên wan, dayikan ji pitikên wan vediqetînin. Rewşa girtiyên enxweş nebaş e, bi alîkariya girtiyên din li ser piya ne. Di jimariyê de nîzama leşkerî, yekrêzî li girtiyan tê ferzkirin. Yên îtiraza van pêkanînan dikin jî, rastî êrîşan tên. Her roj parsû, mil û dest tên şikandin. Sirgûn bênavber didomin. Bi wesayîtên rîngê çûyîna nexweşxaneyê bi tena serê xwe eziyetek e. Bi qasî 500-1000 kîlometreyî girtiyên tên sirgûnkirin biw esayîtên rîngê tên veguhastin." ‘JI BO DEMOKRATÎKBÛYÎNA WELAT SERÎ LI MIRINÊ DIDIN' Okay, anî ziman ku grevên birçûbûnê yên 45 roj e li girtîgehan didomin, tenê ne ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e û got, di ehman demê de ji bo welatekî demokratîk û şert û mercên aştiyê serî li mirinê dane. Okay, dest nîşan kir ku divê yên li derve bêtir dengê xwe derxînin an jê dê wek berê girtîgeh veguherin malên mirinê. ‘LI DERVE BÊDENGIYEK HEYE' Okay, anî ziman ku girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê tên ragirtin wek şert û mercên 12'ê Îlonê tên îzolekirin û wiha domand: "Lê belê, girtî rastî şideta derûnî û fizîkî tên. Daxwazên wan ên qanûnî nayên bersivandin. Li der ve tam bêdengiyek heye. Ji bilî çend rojname û ajansên nûçeyan ên muxalif tu kes dengê wan nabihîse. Ji ber vê hejmara girtiyên tevlî grevê dibin zêdetir dibe. Rast e rojev tije ye, rêxistin û partiyên siyasî bi zor derfetên xebatên referandûmê bi dest dixin. Lê mirovên dibêjin em çepgir in, welatparêz in û demokrat in, ma dikare girtiyan ji bîr bike? Ma nikare demê ji bo wan veqetîne? Ma nikare li qada lê ye vê bike rojev? Divê her kes van pirsan ji xwe bipirse." ‘ZEXÎREYA HERÎ GIRÎNG A GIRTIYAN NAME YE' Okay, diyar kir ku divê piştevaniya bi girtiyan re zeximtir bibe û wiha domand: "Bi zarfeke bi lîreyekî û bi pûleke 60 qurişî hûn dikarin oksîjenê ber bi hundur ve verê bikin. Divê name zaf bên şandin, da komîsyonên xwendinê ji hev bikevin. Divê zebaniyên zindanan bibêjin 'Nexwe ev mirov ne bêxwedî ne'. Ji bîr nekin, zexîreya herî girîng a girtiyan name ye. Mirovên di greva birçîbûnê de ne hesastir in. Em wan tenê nehêlin. Dicê em bi hev re bifikirin gelo wekî din em dikarin çi bikin."