Kesên belavoka 'Na' belav kirin rastî îşkenceyê hatin 2017-03-31 09:38:20 ENQERE - 4 endamên DBSP'ê yên li Metroya Batikentê belavoka 'Na' belav dikirin hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. 4 kesên di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin serî li TÎHV'ê dan diyar kirin ku dê glî bikin. 4 ciwanên endamên Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP) yên li Metroya Batikentê belavokên "Na" belav dikirin û stanta "Na" vekirin hatin binçavkirin. Ciwanên DBSP'ê diyar kirin ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine û serî li Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) dan. Ciwanan anîn ziman ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine û dê glî bikin. Ciwanan anîn ziman ku li Qereqola Polîsan a Batikentê destê wan li pişt wan kelepçe kirine û li ser wan lêgerin kirine. Endamên BDSP'ê Ugur Candan û Hasan Akman ji ber rastî îşkenceyê hatibûn serî li TÎHV’ê dan û diyar kirin ku rastî îşkenceyê hatine. 'BI ZORÊ EM BIRIN QEREQOLÊ' Endamê BDSP'ê Ugur Candan, anî ziman ku polîsên hatin ser standê nasnameya wan di GBT'ê rê re derbas kirine û diyar kirine ku tenê 10 partiyên siyasî dikarin xebatên referandumê bikin. Candan, anî ziman ku polîsan destûr nedaye ku ew stantên vekin û Candan, bilêv kir ku ew Platform in û azadiya wan a ramana xwe aşkere bikin heye. Candan, da zanîn ku pêdivî bi destûrê tune û destûr bê wate ye. Candan, anî ziman ku piştî niqaşan polîsan ew bi zorê birine qereqolê û li qereqolê îşkence li wan kiriye û wiha got: "Polîsên TEM'ê ez û hevalên min bi hevre birin qereqolê û wiha got: "Êm rastdî lêdana polîsan hatin. Xwestin li ser me lêgerîn bikin. Lê me qebûl nekir. Em bi zorê binçavkirin û birin odeyek bê kamera. Em deverû dirêj kirin û destê me li pişt me kelepçe kirin. Pêhn li serê min û piyê min wistin. motê min xistin serê min û xwestin min bifetisînin. Ez bê nefes hiştim. Piştî bêhna min çikiya polîseki got vî O.Ç’ berdin dê bimire. Nêzî 45 deqîqeyan işkence li me kirin. EM DÊ GLÎ BIKIN Candan, anî ziman ku piştî îşkenceya qereqolê ew birin doktor û li wir rapor girtin. Candan, anî ziman ku rapora ku ji 3 rûpelan pêk dihat polîs bêzar kir û wiha got: "Polisan dema ev rapora 3 rûpel dît got 'Ev rapor zêde ye raporek din bigirin. Polîsan rapor ji destê min girt û ez ji nexweşxaneyê derxistim û em piştre berdan." Candan, anî ziman ku ew dê di 17'ê nîsanê de di "Na" de bibin yek. Hasan Akman jî anî ziman ku hikûmetê îşkence kirine karekî zagonî û li diji miroven xebatên 'Na' dikin bikar tînin. Akman, anî ziman ku çi dibe bila bibe dê xebatên "Na" berdewam bikin û têkoşîna xwe bidomînin.