Di teqîna li Nisêbînê de piştî xwişkê bira jî jiyana xwe ji dest da 2017-03-31 11:28:16 MÊRDÎN - Li taxa Abdulkadîr Paşa ya Navçeya Nisêbînê di teqîna 30'ê Adarê pêk hat de piştî zaroka 3 salî Havîn jiyana xwe ji dest da, birayê wê Fatîh jî jiyana xwe ji dest da. Li taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbîna Mêrdînê di 30'ê adarê de xwişk û birayên hev Havin Guneş (3) û Fatih Guneş (5) dema li baxçeya mala xwe dilîstin cismek nediyar di destê wan de teqîya. Di teqînê de xwişk û bira birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî danê êvarê Havîn a 3 salî jiyana xwe ji dest da. Îro saet di 04:00'an de jî birayê wê Fatîh ê 5 salî jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku dê herdu zarok jî li Goristana Moris a Nisêbînê bên definkirin.