Qeyûm: Ger hûn neçin mîtîngê neyên kar 2017-03-31 11:38:43 AMED - Serokê Daîreya Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rifat Ural, ji bo xebatkarên şaredariyê tevlî mîtînga AK Partiyê ya sibe bibin zextan li wan dike. Derket holê ku ji xebatkaran re gotiye “Ger cenazeyê we jî hebe hûnê bên, ger hûn neçin mîtîngê sibe neyên kar.” Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim di bin navê vekirina giştî dê sibê li ber Walîtiya Amedê mîtînga referandumê lidar bixin. Walîtiya ku derdora wê bi bariyer hatiye dorpêçkirin û destûr nayê dayîn wesayît lê derbas bibin ji bo mîtîngê bariyerên nû hatin bicihkirin. Li saziyên dewletê ji bo xebatkar tevlî mîtîngê bibin zext li wan tê kirin û derket holê ku Serokê Daîreya Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rifat Ural, ji bo xebatkar tevlî mîtîngê bibin zextan li wan dikin. XEBATKAR DÊ ÎMZE BAVÊJE Û LI QADA MÎTÎNGÊ WÊNE BİKIŞÎNE Xebatkarekî şaredariyê ku nexwes navê xwe bide diyar kir ku Ural, gotiye bêyî hincet dê hemû kes tevlî mîtînga “Erê” bibin û bi gotina ‘Ural ji me re got; ‘Ger cenazeyê we jî hebe hûnê bên, ger hûn tevlî mîtîngê nebin sibê neyên kar’ zextan li me dike.” Her wiha hat zanîn ku dê hemû xebatkarên di beşa Ural a Daîreya Veguhestinê de dixebtin beriya mîtîngê biçin şaredariyê, li wir îmze bavêjin bi otobusan biçin cihê mîtîngê, dê li qada mîtîngê wêneyê giştî bikişînin, carekdin vegerin avahiya şaredariyê û îmze bavêjin. Hat zanîn ku 40 otobusên Serokatiya Daîreya Veguhestinê ji bo ji navçeyan cerdevanan bînin cihê mîtîngê hatine peywirdarkirin. Rifat Ural ku demekê li Midûryeta Riyênbejahî ya Amedê xebitî tayînî Midûryeta Herêma Bolu XIII. hat kirin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê di çarçoveya lêpirsîna “FETO” de derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin û piştî xwest tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi KHK’ê qeyûm hat tayîn kirin bê kirin, ji aliyê xizmê xwe Qeyûm Cumalî Atîlla ve tayînî şaredariyê hat kirin. Piştî Ural hat tayînkirin, ji aliyê Walîtiya Boluyê ve nivîsek ji Walîtiya Amedê re hat şandin û di nivîsê de hat gotin ku derbarê Ural de ji ber “FETO” lêpirsîn hatiye destpêkirin.