Hasan Cemal ji 'Rojnivîska Paşvekişandinê' beraet kir 2017-03-31 11:55:53 STENBOL - Rojnameger Hasan Cemal di doza ku ji ber rêze nivîsa "Rojnivîska Paşvekişandinê hatiye vekirin de beraet kir. Doza rojnameger Hasan Cemal a ku ji ber rêze nivîsa "Rojnivîska Paşvekişandinê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû vekirin li 24'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Cemal û parêzerê wî beşdarî dozê bûn. Piştî tespîta nasnameyan Cemal îfadeya xwe ya berê dubare kir. Piştî parastinan heyeta dadgehê naveroka nivîsî û dîroka hatiye nivîsandin li ber çavan girti û biryara beraetê da.