14 kes li Wanê, 12 kes li Riha hatin binçavkirin 2017-03-31 12:46:03 WAN - Li Wanê di serdegirtinên malan de 14 kes hatin binçavkirin. Li Rihayê jî 12 kes hatin binçavkirin. Li taxa Suphanê ya navçeya Artemêt a Wanê bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinên serê sibehê de 14 kes hatin binçavkirin. 14 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. LI RIHA JÎ 12 KES HATIN BINÇAVKIRIN Li Rihayê jî polîsan di saetên serê sibê de hemwext bi ser gelek malan de girt. Polîsan bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 12 kes binçavkirin. Kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin wiha ne: Cebrail Ozçaki, Serdar Înan, Mustafa Ozçaki, Ahmet Ozçaki, Mehmet Garîp Ozçaki, Hasan Ozçaki (65) Halil Tatar, Tacettin Ozçaki, Metin Coşkun, Ahmet Taş, Resul Ugur, Abuzer Kaya Kesên hatin binçavkirin piştî birin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan birin midûriyeta polisan a Rihayê.