Sindoqên 26 gundên Zîlanê emanetî cerdevanan kirin 2017-03-31 12:47:05 WAN – Serokatiya Lijneya Hilbijartinê biryar da ku sendoqên 26 gundên herêma Zîlanê li gundên cerdevanan bi cih bikin. Ji referandumê re 16 roj man. Beriya referandûmê sindoqên gundan diguherînin û li gundên cuda bi cih dikin. Çend roj berê li Bedlisê sindoq biribûn herêma cerdevanan û li Mûşê jî sindoqên 12 gundan biribirûn gundên cuda cuda. Niha jî li Erdîşa Wanê sindoqên 26 gund û gundikên herêma Zîlanê dê li gundên cerdevanan bi cih kirin. Di nivîsa ku ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê de ji gundan re hat şandin de hat diyarkirin ku ev biryar li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Erdîşê hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji bo ku hilbijartin di bin ewlehiyê de bê kirin ev biryar hatiye dayîn. Balkêşe gundên ku sindoqên wan hatin guheztin û li gundên cerdevanan hatin bicih kirin tev HDP’î ne.