Nûçegihanê me Keleş hat girtin 2017-03-31 12:54:42 WAN- Nûçegihanê me Selman Keleş ê nûçe dişopan bi xebatkarê Şaredariya Rêya Armûşê ve hatin binçavkirin, hatin girtin. Rojnameger û nûçegîhanê me Selman Keleş û xebatkarê Şaredariya Rêya Armûşê Arif Aslan di 20'ê adarê de dema nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Piştî lêpirsîna wan a 11 rojan Keleş û Aslan sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî îfadeyên wan girt bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Keleş û Aslan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Keleş û Aslan dema ku li derûdora Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dîmen dikişandin ji aliyê polîsan ve "bi gumana endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin û amûrên wan jî hemû hatibûn desteserkirin.