Gelê Amedê hatina Erdogan naxwaze 2017-03-31 13:10:46 AMED - Gelê Amedê bertek nîşanî hatina Serokomar Edogan û Serokwezîr Yildirim a Amedê dan û wiha gotin: “Em naxwazin bên vir. Dê bên çi bikin. Hêjî xwîna zarokên me li erdê ye. Bên û neyên jî em ê bêjin Na Na Na.” Beriya mîtînga Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim li Amedê ji bo ewlehiyê bajar hatiye dorpêçkirin. Li bajar tevgera polîsan zêde bûye û ewlehiya li ber walîtiyê jî derketiye asta herî jor. Welatiyên bajar jî ji ber hatine Erdogan û Yildirim bi bertekin ‘XWÎNA ZAROKÊN ME LI ERDÊ YE EM NAXWAZIN BÊN’ Welatiya bi navê Salîha Gungor da ji bo hatine Serokomar û Serokwezîr gotina “pozê wan na şewite” bi kar anî û wiha domand: “Ger perê me heba û me bikariba hêk bikirîbana me yê avêtibana wan. Em naxwazin bên. Dê bên çi bikin. Licê şewitandin. Hêjî xwîna zarokên me li erdê ye. Bên û neyên jî em ê bêjin Na Na Na.” ‘PANKART NE BIRYARA GEL E’ Welatiyê bi navê Yusuf Kuçuk, destnîşan kir ku serokomar tenê ji bo hilbijartinan tê Amedê û wiha axivî: “Her demê polîtîkayên cuda bikar tîne. Li hemû cihên Amedê pankart hilawîstine ji wan re her tişt serbeste ji me re qedexeye. Em ji vê rewşê nerihet dibin. Tejîkirina pankartan ne biryara Amedê ya referandumê ye. Vîna gelê Amedê tê zanîn. Çi bikin bika bikin biryara gelê Amedê li holê ye. Çapemenî û aborî di bin kontrola wan de ye. Em bi heman şertan naçin referandumê. Biryara gel diyare. Dixwazin bila li hemû kolanan pankartan hilawîsînin nikarin tiştekî biguherînin.” ESNAFÊN BAZARÊ: DÊ DI VAN ŞERTAN DE BÊN ÇI BIKIN Esnafên bazarê yên dezgahên vala nîşan dan diyar kirin ku ew di halek perişan de ne û wiha gotin: “Dê div an şertan de bên çi bikin. Nikare bi tena serê xwe bibe serok.” Welatiyê bi esnafan re bazartiyê dike jî bi gotinên “em naxwazin bên we fam kir em naxwazin” bertekên xwe anî ziman. Esnafekî din da zanîn ku tu alîkariya AK Partiyê ya ji bo esnafên Amedê tuneye û wiha got. “Bazar sekinî ye, tişt buhane. Em hatine halê nikarin kar bikin. Di berîka gel de pere tune ye û nikare tiştekî bikire. Dê bên çi bikin.” Welatiyekî li navçeya Peyasê wiha got: “Mele şîrê ker ji xwe re helal dike lê şîrê çêlekê li me heram dike. Ji bo me bixapînin tên. Ji me re qedexe ye ji wan re serbeste. Em ê bêjin Na. Bên û neyên yeke. Gelê Amedê bi salane di bin zilm û zextan de ye.” Welatî bertek nîşanî li her cihî rakirina wêneyên Erdogan û Yilidirim da û wiha pêde çû: “Îro bi bacên em didin me dixapînin. Bi pereyê me daye me asîmîle dikin. Em ê vîna 80 milyon kesî teslîmî kesekî nekin.” ‘TU BANDORA HATINA WAN TUNE YE’ Ajokarê wesayîtê jî anî ziman ku hatina Serokomar û Serokwezîr ji bo wan nayê tu wateyê û axaftina xw wiha domand: “Şaredariyên me girtin û parlamenterên me avêtin girtîgehan. Em ê di sindoqê de bersiva pêwîst bidin. Ji me rêveberiya kesekê dixwazin em ê jî nedin. Esnaf perişan bûye. Serê sibê deriyê dikana xwe vedikin û êvarê digirin. Hatina wan ji bo tu wateya xwe tune ye.” ‘NIKARIN ME BI KOMIR Û MEQERNEYAN BIXAPÎNIN’ Welatiyeke din bi lêv kir ku bi mîtîngên AK Partiyê fikrên wan nayê guhertin û wiha axivî: “Hatina wan vale ye. Em ê deng nedin wan. Kurdê xwe nas bike nayê xapandin. Em ê neçin ji xwe re ji Xarpêt û Çewligê kî tîne bila bîne dê hatina wan rijeya Erê neguherîne. Gel şiyar bûye em ne kurdên berê ne. Nikarin kurdan bi komir, tirşik û meqerneyan bixapînin. Guleyan jî berdin me gelê kurd ji dengê dide venagere. Ger pêwîst bike ez ê gel li pişta xwe bikim û bibin ser sindoqan. Em ê deng bikar bînin û bêjin Na.” Ciwanekî ku bê kar meya û li qehwexaneyan dema xwe derbas dike diyar kir ku gelê Amedê mêvanheze û wiha pêde çû: “Em ê destûr nedin kesên tên vir mirovan dixapînin û propagandayê dikin. Dikarin bên, di meka îktîdara AK Partiyê de tu çareserî çênebûn. Em xapandin û hemû gelê kurd pêvajoya hilbijartinê dizane.”