Qeyûm tayînî Şaredariya Bedlisê kirin 2016-11-27 13:37:12 BEDLÎS - Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Bedlisê kir. Wezaretê li şûna Şaredar Huseyin Olan Walî Ahmet Çinar tayîn kir. Wezareta Karên Hundir qeyûm tayîni şaredariyê kir. Wezaretê li şûna Hevşaredar Huseyin Olan Waliyê Bedlisê Ahmet Çina tayîn kir. Polîsan di 24'ê Mijdarê de bi ser avahiya Şaredraiya Bedlisê û mala hevşaredaran de girtibû û Hevşaredarên Bedlikê binçav kiribûn. Hevşaredarên Bedlisê Huseyin Olan û Nevin Daşdemir Dagkiran piştî sewqî dadgehê hatibûn kirin hatibûn girtin. Dadgehê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" girtibûn û şandibûn girtîgehê.