Baydemîr: Edalet hebûya dê zarok nehatina kuştin 2017-03-31 15:23:00 MÊRDÎN - Berdevkê Koma HDP'ê û Osman Baydemîr, beşdarî merasima cenazeyên zarokên 3 salî Havîn û yê 5 salî Fatîh Guneş ên di 30'ê Adarê de li Nisêbînê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, bû. Baydemîr, di merasimê de diyar kir ku ger ger edalet hebûya dê zarok îro nehatina kuştin. Di 30'ê Adarê de li taxa Abdulkadir Paşa ya Navçeya Nisêbînê zarokên xwişk û birayên hev Havîn (3) û Fatih (5) Guneş li hewşa malê dilîstin di destê wan de teqemenî teqîya û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Havîn û Fatîh îro bi merasimekê li Goristana Morîs a Nisêbînê hatin defin kirin. Di merasima cenaze de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, Parlamenterên HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar û Erol Dora, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Beceriklî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn. Cenaze di nava hêsiran de hatin defin kirin. BAYDEMÎR: BIRÎNÊN DIN DI DILÊ DE DE VEKIRIN Piştî cenaze hatin definkirin Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir, axivî. Baydemîr, anî ziman ku zilm, şer û nehiqa herî mezin kuştina zarokên bê sûc in. Baydemir, anî ziman ku hemû armanc û têkoşîna wan ewe ku li ser vê axê zilmê bi dawî bikin û wiha gto: "Lê me hêj zilm û şer bi dawî nekiriye. Ji ber ku me hêj ev zilm û neheqî bi dawi nekiriye em ji malbatê lêborîna xwe dixwazin. Em hatin birînên gelê Nisêbînê derman bikin. Lê di dilê me de birînên nû vebûn. Em ji malbatê sersaxiyê dixwazin." MAM GUNEŞ: EM DIZANIN EW TEQEMENÎ JI KU HATİYE Mamê zarokan Ramazan Guneş, jî anî ziman ku ew dizanin ew teqemenî ji ku hatiye û wiha got: "Piştî qetexeyê 2 meh şûnde li mala xwe bi cih bûn. Dema çûn malê tiştek li malê tune bû. Ew teqemenî piştî çûn mala xwe ji derve hatiye. Em dizanin kê anîye vir. " Piştî merasima cenaze Baydemir û heyeta pêre çûn avahiya HDP'ê ya Nisêbînê. Heyeta HDP'e ji ber teqînê xebatên xwe yên li navçeyê belat kir. Parlamenterê HDP'ê Mithat Sancar, anî ziman ku ji ber polîtîkayên îro tên meşandin şer mezin dibe û ji bo şer bi dawî bibe û zarok neyên kuştin dê bêjin "Na" û sersaxî ji gelê Nisêbinê re xwest. Baydemîr, li vir dîsa axivî û diyar kir ku ger edalet hebûya dê ev zarok nehatine kuştin û ew dê ji bo edaletê têkoşîna xwe berdewam bikin.