Koçyîgît: Guh bidin vî dengî 2017-03-31 15:28:51 STENBOL - Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyanî da, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît biwa got: "Ya ku dikeve li ser milê we ewlehiya mafê jiyanê yên mirovên ku we xistiye girtîgehê ye. Bêyî ku mirin çêbibin guh bidin vî dengî." Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên ku bi daxwaza "rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rakirina dorpêça li ser gundan, bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" dest bi greve birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de "Daxwazên wan daxwazên me ne. Bijî berxwedana zindanan" hate vekirin. Di daxuyaniyê de ewil Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît axivî. Koçyîgît diyar kir ku ew bi îktidara ku ji daxwazên girtiyan re çav û guhên xwe girtiye re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: "Em ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar û bi rûmet a girtiyan li vir in." Koçyîgît diyar kir ku gihandina dengê berxwedana girtiyan deynê stûyê wan e. 'GUH BIDIN VÎ DENGÎ' Koçyîgît destnîşan kir ku ew polîtîkayên dewletê ji Girtîgeha Amedê û pêvajoya 19'ê Kanûnê dizanin. Koçyîgît bang li hikûmetê kir û wiha got: "Ya ku dikeve li ser milê we ewlehiya mafê jiyanê yên mirovên ku we xistiye girtîgehê ye. Bêyî ku mirin çêbibin guh bidin vî dengî." Koçyîgît anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. 'EM JÎ DENGÊ XWE BILIND BIKIN' Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu jî wiha got: "Hûn nikarin lêgerîna tazî bikin, nikarin hevdîtina bi parêzeran re asteng bikin, hûn nikarin jinên ducanî, jinên ku zarokên wan hene, mirovên ku li ber mirinê ne li girtîgehan bigirin." Kerestecîoglu wiha berdewam kir: "Çawa ku ew dengê xwe bi bedenên xwe bilind dikin em ê jî dengê xwe bilind bikin." BANGA XWEDÎDERKETINÊ Hevberdevkê Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan Arîf Yilmaz jî metda çapemeniyê xwend û got ku li ser binpêkirinên mafan ên girtîgehan tê xwestin li civaka Tirkiyeyê tirs bê belavkirin, li girtîgehan roj bi roj binpêkirin zêde dibin. Yilmaz diyar kir ku li girtîgehên Şakran, Sîncan, Edîrne û Tekîrdagê greva birçîbûnê rojan 40'an li pey xwe hiştiye, Hevserokê Giştî yê HDP Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan jî dest bi grevê kirine. Yilmaz ji bo xwedîlêderketina greve birçîbûnê banga bihistiyariyê kir. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.