Li gelek navendan hevdîtinên ‘Na’: Em ê nebin şirîkê vî sûcî 2017-03-31 15:47:56 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP ku bê navber xebatên referandumê dide meşandin amadekariyên mîtîngên “Na” dike. Di hevdîtina gel de Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û wiha got: “Dê 16’ê Nîsanê bibe roja qedera welat. Di 16’ê Nîsanê de yan em ê bi kabusan rabin an jî em ê wekî 7’ê Hezîranê çavê xwe li hêviyê vekin. Navê hêviyê HDP, navê hêviyê ‘Na’ ye. Em ê nebin şirîkê vî sûcî.” HATAY HDP di çarçoveya xebatên referandumê de amadekariyên mîtînga li navçeya Îskenderuna Hatayê didomin. Mîtînga ku dê Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan û endamê PM’ê yê HDP’ê Asiye Kolçak tevlî bibin dê sibê saet di 15.00’an de li Qada Newrozê ya li taxa Yildirim Tepeyê destpê bike. LI HATAYÊ DÊ RENGÊ ‘NA’ DI MÎTÎNGÊ DE DIYAR BIBE Hevserokê HDP’ê yê Îskenderûnê Ahmet Çahan, diyar kir ku dê qada mîtîngê bibe cihê hevdîtinên gel û wiha got: “Li Hatayê dê renge Na di mîtîngê de diyar bibe.” Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Aysel Eşiyok jî anî ziman ku bi taybet bertekên erênî yên ji jinan girtine dê reng bide mîtîngê û banga tevlîbûnê li hemû gel kir. MUGLA Rêxistina HDP’ê ya Muglayê jî di çarçoveya xebatên referandumê de li ber avahiya navçeya Mîlasê civîna gel li darxist. Endama MYK’ê ya HDP’ê Beyza Ustun, Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, endamên PM’ê yên HDP’ê Erkan Karabay û Adalet Aydin tevlî civînê bûn. Di civînê de Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, axivî û diyar kir ku dê daraz û qanûndanî bi zilametê bêalîtya xwe winda bike. Temelli, da zanîn ku dê 16’ê Nîsanê bibe roja qedera welat û wiha got: “Di 16’ê Nîsanê de yan em ê bi kabusan rabin an jî em ê wekî 7’ê Hezîranê çavê xwe li hêviyê vekin. Navê hêviyê HDP, navê hêviyê ‘Na’ ye. Ji ber wê em dengê Na bikar bînin. Li her cihê em lê ne em ê derî bi derî kolan bi kolan bigerin Na û HDP’ê vebêjin. HDP pêşeroja vî welatî ye. Divê em li dijî zilm û şer bêjin Na. Em ê nebin şirîkê vî sûcî. Dê 17’ê Nîsanê bibe mucîzeyek. Ji ber ku sîberka li ser meclîsê dê rabe.” Piştî axaftinan HDP’î esnafên Mîlasên ziyaret kirin û belavokên Na belav kirin. Komên trafîkê Muglayê ku logoya HDP’ê û pergala deng a wesayîta HDP’ê kirin hincet ne hiştin wesayît bikeve Mîlasê. Li dijî astnegkirinê sekna gel berdewam dike. ÎDIR Di pêşengiya KCD, HDK, HDP, DBP û TJA’yê de xebatên ziyaretên gel ên kampanya 'Na' li Qada Bazîdê ya Îdirê bi şahiya gel berdewam kir. Di civînê de Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulcihan Şîmşek, Parlamenterên HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, Mehmet Emin Adiyaman, Berdan Ozturk, Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fatma Kurtulan û bi sedan kes amade bûn. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman, ani ziman ku ew di vê qanûnê de tunenin û ji ber vê yekê dibêjin "Na". Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek jî anî ziman ku ev qanûn ne qanûna gel e û ji bo mafê gelan di vê qanûnê de tune dibêjin Na. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî bal kişand ser leşker Sefer Taş ê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kuştin û wiha got: "Birayê me Sefer Taş bû qurbana polîtîkayên Tirkiye. AYDIN Li Aydinê jî xebatên referandumê berdewam dike. Di pêşengiya HDP'ê de dê mîtînga "Na" li Aydinê di 2'ê Nîsanê de pêk bê. Mîtîng dê li qada Bajar a Aydinê xebatên bangê hatin kirin. Ji bo mîtînga ku parlamenter û rêveberên HDP'ê beşdar bibin xebat ber bi dawî ve diçin. Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Meral Karakuş anî ziman ku jin li her dera Tirkiye rastî tundiyê tên û mafê wan tê xwarin û dê li dijî metînkerî û kedxwariya li ser mafên jinê dê di 16'ê Nîsanê de bêjin Na."