Daxwaza girtina kujerê Kurkut hat redkirin 2017-03-31 16:38:32 AMED - Îtîraza dozger a ji bo girtina polîsê Kemal Kurkut qetil kir hat redkirin. Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê hat hatibû qetilkirin polîsê kujer hatibû berdan, îtîraza ji bo berdana kujer hatibû kirin hat redkirin. Dozgerê lêpirsînê dide meşandin berdana polîsê kujer ê bi şertê “kontrola edlî” hat berdan îtîrazkiribû û îtîraza dozger ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve hat redkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatibû meşandin de ji 2 polîsên sûcdar yek jê di lêpirsîna li dozgeriyê de, yek jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatibû kirin û bi şertê “kontrola edlî” hatibûn berdan. Her wiha Dozger daxwaz kir ku biryara veşartî danin ser dosyayê.