Di ser cînayeta Elçî de 70 hefte derbas bûn lê hêjî kujer ne diyare 2017-03-31 17:21:22 AMED - Cigirê Serokê Baroya Amedê Parêzer Velat Alan di çalakiya 70’emîn hefte ya ji bo qetilkirina Tahîr Elçî tê lidarxistin de axivî û wiha got: “Em dixwazin ku ev bûyera wijdana civakê birîndar dike di demek kurt de bê ronîkirin.” Baroya Amedê têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li ber mînareya çar ling hat kuştin di 70’emîn hefteya çalakiyê de li ber Edliya Amedê kombûn. Di çalakiyê de pankarta wêneyê Elçî ku bi kurdî û tirkî li ser "Em te ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin" hatibû nivîsandin hat vekirin Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Cigirê Serokê Baroyê Velat Alan ve hat dayîn. Alan diyar kir ku ew ji ber cînayeta Elçî nayê ronîkirin şermazar bikin kom bûne û wiha got: “Îro bi ser cînayetê re 490 roj, 70 hefte, salek 4 meh û 3 roj derbas bûn. Hêjî cînayeta Tahîr Elçî ne hatiye ronîkirin û kujer dernexistine holê. Mixabin lêpirsîn bibandor nayê kirin. Ger lêpirsîn bi bandor bê kirin em difikirin ku dê cinayet bê ronîkirin. Em ji vir carek din bang li meqama lêpirsînê dikin. Em dixwazin ku ev cînayeta wijdana gel birîndar dike di demek kurt de bê ronîkirin. Em wekî baroya Amedê heta cînayet bê ronîkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê nesekinin û me ê Tahîr Elçî ji bîr nekin. Em ê her tim di riya wî de bimeşin.” Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.