Rojnameger Dogru nehat tehliyekirin 2017-03-31 18:07:17 DERSIM - Rojnameger, nivîskar û siyasetmedar Ergin Dogru û Deniz Kazan ên ku îro li Dersimê rûniştina doza wan hebû, nehatin tehliyekirin. Deniz Kazan û rojnamger, nivîskar û siyasetmedar Ergin Dogru yê dema di navbera 2013-2015'an de Hevserokê DBP'a Dersimê bû û beşdarî daxuyaniyên protestokirina bendava ku dihat plankirin li ser Çemê Mûnzûrû bê çêkirin, projeyên HES'ê û beşdarbûna mîtîngên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ev nêzî salekê ye girtî ne û di rûniştina dozê ya îroyîn de nehatin tehliyekirin. 4'emîn rûniştina doza Dogru û Kazan ên ku ji 13'ê Tebaxa 2016'an heta niha girtî ne, li Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat dîtin. Dogru û Kazan ên nehatin tehliyekirin, rûniştina doza wan taloqî 12'ê Gulanê hat kirin.