Li Girtîgeha Edîrneyê girtiyan dawî li greva birçîbûnê anî 2017-03-31 20:55:27 EDÎRNE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin, bi riya parêzerên xwe ragihandin ku, îdareya girtîgehê soz daye ku ew ê pirsgirêkan çareser bike û ji ber vê wan dawî li çalakiya greva birçîbûnê aniye. Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtiyên PKK û PAJK'î yên li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn, ragihandin ku wan çalakiya xwe ya gerva birçîbûnê bi dawî kiriye. Girtiyên bi riya parêzerên xwe daxuyanî dan wiha gotin: "Îdareya girtîgehê bi parlementerên me yên HDP'î, bi rayedarên Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP), TOHAV, ÎHD û herî dawî bi me re hevdîtin çêkirin. Di van hevdîtinan de îdareya girtîgehê soza ku ew ê pirgirêkên heyî çareser bikin da. Ji ber vê me dawî di 31'ê Adara 2017'an de dawî li greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku me di 25'ê Sibatê de dest pê kiribû, anî. Em spasyiya hemû hevalên ku piştevaniya me kirin dikin." PEYAMA DEMIRTAŞ Û ZEYDAN Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ên li heman girtîgehê tên ragirtin jî peyamek ji Navenda Giştî ya Partiyê û raya giştî re şandin. Peyama Demirtaş û Zeydan wiha ye: Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê greva birçîbûnê ya ku di 25'ê Sibata 2017'an de hatibû destpêkirin, piştî hevdîtineke bi îdareya girtîgehê re di çarçoveya çareseriya prigirêkan de bi dawî bû û em ji ber vê kêfxweş in. Em bang li mudurên girtîgehên ku grevên birçîbûnê li wan didomin, girtiyan, Mudurê Giştî yê Girtiyan û Wezîrê Dadê dikin, da di çarçoveyeke çareserkirina pirsgirêkan de înîsiyatîfê bigirin û ji bo bidawîbûna grevan berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Ji bo wek bidawîbûna greva li Girtîgeha Edîrneyê, li girtîgehên din jî grevên birçîbûnê bigihên encamê em banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Em spasiya hemû saziyên huqûq û mafên mirovan û parêzerên xwe yên bi piştevaniyî tevgeriyan dikin. Em spasiya hemû gelê xwe dikin. "