QSD: Dê Meclîsa Leşkerî Reqayê rizgar bike û biparêze 2017-04-01 09:01:23 REQA- Ji fermandarên QSD’ê Clara Reqa, anî ziman ku ji bo rizgarkirin û ewlehiya Reqayê, Meclîsa Leşkerî ya Reqayê amadekariyan dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên di pêngava operasyona “Xezeba Firatê” de dest bi pêngava rizgarkirina Tebqayê kirin, 2 kîlometre mane ku bigijîn navenda Tebqayê. Ji bo Bendava Tebqayê bi tu awayî texrîb nebe, hêzên QSD’ê gav bi gav bi pêş ve diçin û niha riya Tebqa-Reqayê ku riyeke stratejîk e, di bin venêrîna wan de ye. Ji bo bendav bi tu awayî neyê texrîbkirin, şervan bi temkînî bi pêş ve diçin û her wiha rê li ber her cure tevgerên ku dê xesarê bidin bendavê digirin. Ji fermandarên QSD’yiyên ku ji her du peravên Çemê Firatê hewl didin têkevin Tebqayê, Clara Reqa anî ziman ku, ew amadekariyên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê dikin. Reqa, diyar kir ku bi gavên heta niha tên avaêtin re, wan hem di warê erdnîgariyê hem jî di warê leşkerî de gelek serketinên baş bi dest xistine û got, dê pêngavên wan ê rizgarkirina gund, bajarok û bajaran bidomin. Reqa, dest nîşan kir ku tiştên li Reqayê diqewimin tenê guherînên leşkerî nadin der, her wiha bi xwe re guherînên civakiyî jî diafirîne. Reqa, anî ziman ku piştî gelê herêmê ji esaretê xelas bûye, li hev kom bûne û ji bRakka, bölge halkının esaretten kurtulduktan son bajarên xwe bi rê ve bibin amade ne ku berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe. SIVÎL GIRÎNG IN Reqa, anî ziman ku ew di operasyonan de rewşa sivîl zaf esas digirin û wiha got: “Em di vê mijarê de zaf hesas in. Heta ku ji destê me tê em alîkariya gelê xwe dikin. Wek tê zanîn, heta demeke dirêj çeteyên DAIŞ’ê ev der dagir kirine û di her warî de rûxandin û talankirin dane der. Li gel vê, texrîbateke derûnî û zihnî jî dane der.” Reqa, balê kişand ser zêdebûna serketinên hêzên QSD’ê û got, ji bo rizgarkirina bajêr di sê milan de pêşveçûyîna wan didome, niha jî hêzên wan di çarçoveya pêngava Tebqayê de, ber bi bajêr ve diçin. Reqa, anî ziman ku wan heta niha qadeke berfireh ji DAIŞ’ê rizgar kiriye û da zanîn ku, dê di rojên pêş de ji bo navenda bajêr hin pêngav bên destpêkirin. BER BI MECLÎSA LEŞKERÎ VE Reqa, diyar kir ku ji bo operasyon bi awayekî baş û têkûz bi rê ve biçe wan dest bi amadekariyên avakirina Meclîsa Leşkerî ya Reqayê kiriye û wiha domand: “Ji bo rizgarkirina bajêr bi awayekî baştirîn pêk bê ev tê kirin. Hem pêngava me didome, hem jî ji bo rizgarkirin û parastina bajêr amadekariyên me didomin. Bi taybetî şervanên reqayî di nav QSD’ê de xwerêxistina xwe çêdikin. Hema hema bingehva vê li ber qedandinê ye. Ji niha ve bi sedan şervanên reqayî berpirsiyarî girtine. Zarokên eşîretên li herêmê di nav vê avahiyê de cih digrin. Jinên ereb ên reqayî jî tevlî nav refên me bûn û niha hewl didin bajarê xwe rizgar bikin. Wan jî rol û peywirên girîng wergirtin. Yanî dê ev meclîsa leşkerî, meclîsa ku ji aliyê reqayiyan ve hatiye avakirin be. Ev rewş ji bo parastin û ewlehiya bajêr rewşeke jêneger e.” Nazim Daştan-dîhaber