Li Kolikê 6 xwendekar hatin binçavkirin 2016-11-27 16:06:50 SEMSÛR- Li navçeya Kolikê 6 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin. Li navçeya Kolikê ya Semsûrê polîsan bi ser malan de girtin û xwendekarên zanîngehê yên bi navê Azad Omer Uyan, Emrah Emre, Firat Bozkurt, Mustafa Acar, Îrfan Atalay û Dagistan Hezer hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina xwendekarên ku birin Emdiyeta Navçeyê nehat hînbûn.