Erdogmuş ê HDP'î: Mafên ku xwedê daye înkar dikin 2017-04-01 10:28:22 STENBOL - Parlamenterê HDP'ê Nîmetullah Erdogmuş ê di çarçoveya xebatên referandumê de çû serdana rêveberên komeleyan wiha got: "Tiştên ku ji bo pêşeroj, ciwan, gel û jinan sudewar be 'Na' ye." Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan Nîmetullah Erdogmuş jî di nav de heyetek di çarçoveya xebatên referandumê de li navçeya Esenlerê ya Stenbolê çûn serdana Komeleya Miksê, komeleyên Mûşê û navçeşên Mûşê, Komeleya Gundê Aşnakê ya Tetwanê. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Mustafa Avci, Seroka îştî ya ESP'ê Çîçek Otlu jî bi Erdogmuş re çûn. Heyet ewil çû serdana Komeleya Miksê. Avci li vir axaftineke kurt kir û bal kişand li ser pêkûtî, girtin û şîdeta li ser HDP'ê. 'HÛN XWEDÎ ÎNKAR DIKIN' Piştre parlamenter Erdogmuş axivî û qendîla welatiyan pîroz kir. Erdogmuş diyar kir ku kurd ji bo ku mafên xwe bi dest bixin têdikoşin û wiha axivî: "Lê hin kes radibin û ji me re dibêjin ku mafê we tuneye. Ev maf di quranê de hatine dayîn. Wê demê tu çima xwedê înkar dikî. Xwedê daye lê tu qebûl nakî. Wê demê hûn xwedê înkar dikin." Erdogmuş diyar kir ku referandum ji bo gelan fersendek e û divê ev fersend bê nirxandin û wiha berdewam kir: "Tiştên ku ji bo pêşeroj, ciwan, gel û jinan sudewar be 'Na' ye. Ji ber ku di rejîma ku dixwazin bînin de tu tişt tuneye." Heyet piştre jî li Gazî Osman Paşayê beşdarî şahiya gel bûn. Bi sedan kesên ku beşdarî şahiyê bûbûn bênavber dirûşmên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berz kirin. Erdogmuş li vir jî axivî û qanûna bingehîn a 1982'yan û ya ku niha tê xwestin bê guhertin anî li hemberî hev û got ku çawa rewabûna qanûna bingehîn a 1982'yan tê nîqaşkirin dê ya îro jî bê nîqaşkirin. Piştî axaftinan bi muzîkan govend hate gerandin.